Êrîşên hêzên hikûmeta AKP’ê yên li dij bajar û navçeyên Kurdistanê bihemû dijwariya xwe didomin. Hêzên YPS’ê û YPS-Jin bi çalakiyên bersivdayinê darbeyên giran li çeteyên AKP’ê dixin. Li Şirnex, Gever hu Nisêbînê li dij êrîşên çeteyên dewletê yên girêdayî hikûmeta AKP’ê berxwedaneke bêhempa tê meşandin. Tevî teknîna pêşketî û çekên giran jî şervanên YPS, YPS-Jin çalakiyên bi bandor pêk tînin û çeteyên dewletê wendahiyan didin.
Di çarçevoya şerê qîrkirinê yê hikûmeta AKP’ê bi îlan kirina qedexeya derketina kolanan a li Şirnexê êrîşên hêzên dewletê berdewam dike. Di encama pevçûnên dijwar yê li bajar qewime de 2 tîmên taybet û leşkerek jiyana xwe ji dest da. Her wiha topbarana li ser taxên berxwedanê jî didome. Pevçûnên ku taxên Yeşîlyurt, Gazîpaşa, Bahçelîevler û Yenî pêk hatî de hêzên dewletê dem dem fûze jî bi kar anî. Hêzên YPS û YPS Jin jî van êrîşên çeteyan di bersivîne.
Her wiha li Hezexê qedexeya derketina derve ya di 16’ê sibatê de destpêkiribû, hîn jî didome. Li gel daxuyaniya “Operasyon bi dawî bû” jî ev 8 roj e qedexe bi dawî nebûye. Hat diyarkirin ku ev liv û tevger ji bo “Tunekirina delîlên komkujiyê ne.” Parlementerê HDP’ê Ferhat Encu der barê van pêkanîn û liv û tevgerên hêzên dewletê de wiha axivî: “ Bi qedexekirinan dixwazin beşdariya Newroza li Cizîr û Silopiyê asteng bikin.”
Li Geverê bersiva tund
Li Gevera Colemêrgê piştî qedexeya derketina derve hat îlankirin çeteyên AKP’ê ji Fermandariya Alay a Geverê û Tabura Efelerê taxên Cumhuriyet (Zagros), Eski Kişla, Gungor û Ormanê topbaran kirin. Di encama bombebaranê de hat hinbûn ku gelek malan zirar dîtine, hêzên dewletê bi wesayîtên zirxî ve hewl dan bikevin taxa Gungorê. Di vê navberê de gelek pevçûnên dijwar qewimîn, dema ku wesayîtekî zirxî diket taxê mayin teqiya. Teqîn li gelek deverên navçeyê hat bihîstin. Hat hinbûn ku mirî û birîndar hene. Piştî teqînê gelek ambulans sewqî herêmê hatin kirin. Mirî û birîndar bi piştgiriya wesayîtên zirxî ve birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Hewldana têketina hêzên dewletê li taxê hat astengkirin. Li asîmanên navçeyê tevgera dron û heronan heye. Ji balafirgehê jî cebilxane kişandin Fermandariya Tumenê ya Geverê û Tabura Efelerê.
Her wiha ji Fermandariya Alay a Navçeyê û Tabura Efeyan bi guleyên tangan û topên hewanê taxên berxwedanê bombebaran kirin. Di encama bomberanê de gelek mal hilweşiyan. Piştî bombebaranê hêzên şer ên hikûmeta AKP’ê hewl dan ku bikevin nav taxan lê hêzên YPS û YPS Jin bi berxwedanê bersiva êrîşan dan.
Hat zanîn ku li qada Kanî Heyder ê taxa Zagrosê zarok, jin û îxtiyar jî di nav de zêdetirî 200 welatî li malên xwe di bin xetereya bombebaranê de ne. Malbatan bang kir ku bombebarana li ser wan demildest were rawestandin kir. Yek ji welatiyên ku me xwe gihandê Mehmet Bafra da zanîn ku di encama bombebaranê de gelek mal bûne kavil û wiha axivî: “Dizanin li vir kesên sivîl hene lê dîsa jî bombebaran dikin. Li vir jin, zarok û îxtiyar hene lê tevî vê jî êrîşên xwe didomînin.”
Li ser banga welatiyên taxa Zagrosê bi hezaran welatî ji bajaroka Bajirgehê (Esendere) ji bo dorpêça li ser Geverê bişikînin ber bi Geverê ve meşiyan û welatî ji aliyê çeteyên AKP’ê ve hatin sekinandin. Li hemberî astengiyan jî gel bi biryar xwest têkeve Geverê lê çeteyên AKP’ê bi bombeyên gazê û çekan êrîşî gel kir û 2 welatî birîndar kirin.
Li Nisêbînê tang ruxandin
Li Nisêbîna Mêrdînê li dijî êrîşên dewletê gel berxwedana xwe berdewam dike. Çeteyên AKP’ê bi tangan êrîşî kolanên hundirê taxan dikin û dema çete xwestibûn bi tangê têkevin taxê teqînek pêk hat û tangek hatiye ruxandin.
Her wiha wesayiteke zirxî jî ji aliyên hêzên YPS û YPS Jin ve rastî êrîşa bombeyi hat û hat ruxandin. Piştî teqîna ku li taxa Firatê li dijî wesayita zirxî pêk hat ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li taxa Firatê piştî ruxandina wesayita zirxî li derdorê tax bi deqîqeyan bênavber hat gulebarankirin û piştre jî ji tangên ku li qada Newrozê hatibûn bicihkirin bombebaran tên kirin.
Li hemberî êrîşên dewletê berxwedana endamên YPS û YPS Jin’ê didome. Di taxên ku êrîşên dewletê lê dom dike gelek welatiyên sivîl jî hene û jiyana wan di bin xetereyê de ye.
Li Rezanê kesek hat kuştin
Li navçeya Rezan a Amedê bi şev li kolana 842’yemîn a taxa 5 nîsanê kesekî ku temenê wî derdora 45 salî ye bi çekê hat kuştin. Cenazeyê kesê hatiye kuştin serê sibehê dema ku zarok diçûn dibistanê hat ferqkirin. Welatiyan piştî ku agahî dan polîsan cenaze ji wir hat rakirin û li cihê bûyerê lêkolîn hat kirin. Der barê bûyerê de agahiyên berfireh nehat wergirtin, welatiyên taxê diyar kirin ku bi şev du caran dengê çekan bihîstine. Her wiha li taxên şer û pevçûn lê hene gelek welatiyên sivîl bi guleyên polîsan hatin birîndarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN