Elî Halo têkîldarî girtina hevserok û wekîlên HDP’ê diyar kir ku eger êrîşên li Bakurê Kurdistanê neyên astengkirin wê li Başûrê Kurdistanê jî êrîşên bi heman rengî pêk werin û banga yekîtiya neteweyî li Kurdan kir.
‘AKP merheleya jor a nijadperestiya dewleta Tirk e’
Halo destnîşan kir ku AKP’ê piçekî jî tehamulî Kurdan nake, nîşaneyên herî vekirî ne ku bajarên Kurdan hilweşandin, Kurd qetil kirin, wekîlê wan girtin.
Halo bal kişand ser wê yekê ku AKP berdewamiya kevneşopiya dewleta Tirk a nîjadperest e, û wiha axivî; “Lê bi taybet di desthilatdariya Erdogan de hat dîtin ku guhertinek kêm jî nîne. Hat dîtin ku Erdogan û AKP, heman zihniyet û polîtîkayên nijadperest didomînin. Hikûmeta AKP-Erdogan jî mîna selefiyên xwe ji ber ketine hewayeke dîktatoriyê û Kurdan li pêş vê asteng dibînin, wisa bi hovîtî êrîşî Kurdan dikin.”
Bersiva herî baş yekîtiya neteweyî ye
Halo bal kişand ser êrîşên li dijî Kurdan û diyar kir ku eger pêşî li êrîşên deverekê neyê girtin, ev wekî pêlan li deverên din jî dewam dikin.
Halo got, “Dijmin destpêkê ji cihekî êrîş dike, hewl dide destketiyan bidize, piştre jî vê belav dike. Lewre jî eger îro li Bakurê Kurdistanê Kurd têk biçin wê ev li parçeyên din jîn derî li dewleta Tirk vekirî bihêle” û wiha pê de çû; “Îro êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava ji bo dagirkirina van destketiyan e. Heman tişt îro ji bo Başûrê Kurdistanê û çar parçeyên Kurdistanê jî lê ye.”
Halo destnîşan kir ku ji bo pêşî li êrîşan bê girtin, yekîtiya neteweyî ferz e û wiha dewam kir; “Pêwîst e partiyên siyasî yên Kurd li dijî van êrîşan nakokiyên xwe deynin milekî û li dor yekîtiya neteweyî bicivin. Êdî ti derfetên paşguhkirina yekîtiya neteweyî nemaye. Em hemû ji bo xurtkirina yekîtiya xwe divê çi ji destê me tê, em bikin. Li dijî dagirkerên Kurdistanê tenê em dikarin bi vî rengî rawestin. Divê her kes baş zanibe ku êrîşên li dijî HDP’ê ne tenê li dijî Kurdên li Bakurê Kurdistanê ne, ew li dijî tevahiya Kurdan in.
HALÎT ERMÎŞ / ANF / HEWLÊR