MÛRAT KÛSEYRÎ

ANF/STOCKHOLM22

Prof. Yildirim bi bîr xist ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê desthileta Tirk hemû saziyên çand û zimanê Kurd girtine û navê bi Kurdî yên gundan û herêman guhertine.

Di konferansên bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî li Stockholm û Goteborgê gatin kirin, îşaret bi wê yekê hat kirin ku êrişên li dijî hebûna Kurdan ne tenê bi siyaseta Kurd û Kurdistanê sînordar û sazî û dezgehên zimanê Kurdî û yen ku zimanê Kurdî bi kar tînin jî ketine ber.

Roja Şemiyê li paytexta Swêdê Stockholmê, roja Yekşemê jî li bajarê Goteborgê li ser pêşketin û zextên li ser Kurdî du konferans hatin lidarxistin.

Semîner bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Kurdî ji aliyê Enstîtuya Kurd a Stockholmê û Komeleya Mamosteyan ve li Navenda Perwerdeyê ya Kar pêk hat û Parlamenterê Sêrtê yê HDP’yî Prof. Dr. Kadrî Yildirim, nivîskar Schaswar Harshamî û Zana Farqînî weke qiseker beşdar bûn.

Li Stokholmê di destpêka konferansê de Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê Kamran Sîmo Hedîlî axivî û bi bîr xist ku roja destpêkirina weşana Kovara Hawarê ji aliyê KNK’ê ve weke Cejna Kurdî hatiye qebûlkirin.

Ji kurahiya dîrokî heta bi îro Kurdî

Serokê Komeleya Mamosteyên Kurd Haki Balta jî diyar kir ku çalakiyên mîna konferans û semîneran bala li ser Kurdî zêde dikin û dibin wesîleya bipêşketinê.

Prof. Dr. Kadrî Yildirim ji dema Sumeran heta serdema heyî qala hebûna Kurdî kir û li ser rewşa niha sekinî.

Yildirim got, hikûmeta AKP’ê ji bo cihanê bixapîne, hewl da nîşan bide ku ‘perwerdeya Kurdî serbest kiriye’ û destnîşan kir ku perwerdeya salên dawî ya li zanîngehê, di asta herî nizm de ye.

Êriş li dijî siyaset û zimanê Kurdî

Schaswar Harshamî anî ziman ku Kurdî ji Farsî jî kevntir e, lê belê bi demê re ketiye bin bandora zimanên Îranê yên Rojhilat û Rojava. Di vî warî de çend gotin weke mînak nîşan dan.

Zana Farqînî jî got, piştî hewldana darbeyê AKP’ê li gel tevgera Gulen êrişên xwe yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd jî zêde kirine û bi bîr xist ku Hevserokên HDP’yî hatin girtin, rêveberên şaredariyên li Kurdistanê hatin girtin û piştre êriş li ziman û medya Kurdî hatin kirin.

Farqînî got, “Rojnameyên Azadiya Welat, Ozgurlukçu Demokrasî, Enstîtuya Kurd, Kurdî-Der, radyo û televîzyonên Kurdî hatin girtin. Ev yek radixe pêş çavan ku bi rêk û pêk êriş li ziman û çanda Kurd tê kirin. Vê yekê bandoreke gelekî neyînî li wan mirovan kir ku karê çand û huner dikin û lêkolînê li ser ziman dikin.”

Gel ji AKP´ê ne razî ye

Zana Farqînî piştî semînerê ji me re axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê bi polîtîkayeke dişibe ya salên 1990’î tevdigere.

Farqînî destnîşan kir ku gel wê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de nerazîbûna xwe nîşan bide û got, “Gelê Kurd ji ti polîtîkayên AKP’ê razî nîne. Gel wê di vê hilbijartinê de nerazîbûna xwe nîşan bide.”

Prof. Dr. Kadrî Yildirim jî bersiv da pirsên me û bi bîr xist ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê hikûmeta AKP’ê hemû saziyên çand û zimanê Kurd girtine û navê bi Kurdî yên gundan û herêman guhertine.

Yildirim destnîşan kir ku Kurd wê hem li parlamenê hem jî li derve li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û zextê têbikoşin û got, “Rewş wê bi vî rengî neçe. Gel wê di 24’ê Hezîranê de ji AKP’ê re bibêje ‘êdî bes e’.”