
Kurdistanî û dostên wan duh êvarê li herêma Edmonton a Londonê li hev civiyan, hikûmeta AKP’ê hişyar kirin û xwestin êrîşên li ser nûnerên siyasî yên gelê Kurd derhal bên sekinandin.
Çalakî ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ve hat organîzekirin û Daymer, Gîk-Der û Dersîm-Derê piştgirî dan çalakiyê. Bi sedan kesên li Edmontonê li hev civiyan bi qîrîna dirûşmên “Dest nede vîna min” û “dest nede medya min” dest bi meşê kirin.
Piştî meşê girseya gel xwe gihand Seven Sîster’sê û li vir mîtîngek lidar xist. Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal û li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanyayê Feyzûllah Canpolat peyivîn.
AKP/Qesr li bajarê Nîce hate şermezarkirin
Polîtîkayên çavtirsandin û komkujiyê yên AKP/Qesr li Kurdistanê dimeşîne, li bajarê Nîce yê Fransayê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. Bi vê armancê, bi dhan Kurdistanî li meydana Masena ya Nîce li hev civiyan û komkujî şermezar kirin. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Di çalakiyê de dirûşmên “Êdî bese ji qeyûmên li şaredariyan tên erkdarkirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Kurdistanê”, “Dîktator Erdogan”, “Jin jiyan azadî”, “Nabe çapemeniya azad were bêdengkirin” hatin qîrîn.
Siyasetmedarê Kurd Osman Îbrahîm li vir axivî û diyar kir, AKP a nikare xwe li berxwedana dîrokî ya li Kurdistnê ragire, bi polîtîkayên xwe yên qirêj û barbar, êrîş dike, lê ev polîtîkayên wê li pêşberî berxwedana bi rûmet a Kurdan pûç bûne. Di çalakiyê de her wiha ji bo şermezarkirina şîrketa Eutelsatê, bi sedan îmze hatin hevdan.
LONDON / NÎCE