Leşkerên Tirk ên dagirker şêniyên gundê Hemamê ya ser bi navçeya Cindrêsê, çend caran gulebaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker 22′ê Cotmehê saet 14.00′an gundê Bowabil bi hawanan topbaran kir û di çend saetan de zêdetirî 40 topên hawanê avêtin gund. Di encama topbaranê de zerareke mezin gihîşt mal û milkê welatiyan.
Cotkar û kedkarên gundê Hemamê gulebaran kirin
Leşkerên Tirk cotkar û kedkarên gundê Hemamê 26′ê Cotmehê de di nava darên zeytûnan de bêserûber gulebaran kirin. Piştî gulebaranê bi du saetan, artêşa Tirk du topên hawanê avêtin gund di encamê de agir bi zeviyên sivîlan ên li ser sînor ket.
Artêşa Tirk a dagirker 27-28′ê Cotmehê careke din kedkarên gund gulebaran kirin.
Li gundê Sorka gel rabû ser piyan
Artêşa Tirk 26′ê Cotmehê bi tank û panzêrên xwe derbasî nav erdên gundê Sorka yê girêdayî Raco bû, beşek ji axa wê dagir kir û dest bi avakirina dîwar kir.
Şêniyên Kantona Efrînê li hemberî vê dagirkiriyê bêdeng neman û bi hezaran kes çû gundê Sorka. Kurdistaniyan li gundê Sorka xwe kir mertal û arêtşa Tirk a dagirkir neçar ma dev ji plana xwe berde. Lê belê bi gule, ava bi şid û bombeyên gazê êriş bir ser xelkê li ser sînor û 8 sivîl birîndar kirin.
Lê roja din artêşa Tirk careke din êrîşî berxwedêran kir. Di encamê de, 2 berxwedêrên din birîndar bûn, yek ji wan Endama Hevpeymana Civakî ya Rojava-Bakûrê Sûriyê, Rohilat Arif e. Di roja berxwedanê ya 3. de, artêşa Tirk ji gundê Sorka vekişiya.
TOLÎN HESEN / ANHA / EFRÎN