YPG’ê derbarê êrişên çeteyên DAIŞ’ê de ku li dijî rojhilatê gundê Mekmen ê giredayî Şedadê, ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên başûrê Ceralûsê bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin ser herêma Girê Sor a dikeve başûrê bajarokê Şêxler ê giredayî Kobanê. YPG’ê diyar kir ku di encama vê êrîşê de 2 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dane û ev agahî parve kirin: “Piştî vê êrîşê li dijî çeteyan operasyonek hat lidarxistin û di encamê de fûzeyek katuşa hat ruxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin.”
Êrişî Bendava Tişrînê kirin
YPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de ragihand ku 2´yê Nîsanê çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran 2 êrişên cûda birin ser rojhilatê bendava Tişrînê ya giredayî Kobanê û diyar kir ku êrişên komên çeteyan ên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêxmeqsûd a Halebê jî dewam dikin.
YPG’ê ragihand ku di encama van êrîşan de zarokekî jiyana xwe ji dest daye û hêjmarek zêde hemwelatiyên sivîl jî birîndar bûne.
YPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên wan li deverên navê wan birî, bersiva çeteyan daye. Daxuyani bi vî rengî bi dawî bû: “Di encama van şeran de 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî hate birîndarkirin. Hevalekî me ku li dijî êrişên çeteyan bi lehengî şer dikir, di şer de gihîşt şehadetê.”
NAVENDA NÛÇEYAN