Navenda Çepemenî û Ragîhandinê ya YPG’ê eşkere kir, ku di 3’yê Sibatê de şervanên wan li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li rojhilat-başûrê bajarê Hesekê ku amadekariyên êrişan dikirin, operasyon pêk anîn.
Di encama vê oparasyonê de bargehên çeteyan hatin bêbandorkirin, kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmar nehate zanîn.
YPG’ê ragihan ku şervanên wan yên ku 3 kesên cilên sivîl li xwe kirbûn û guman li ser wan hebû, dema dişopandin mayin di wan de teqiya. Di encama teqandina mayinê de şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da û şervanekî wan jî birîndar bû.
Xwestin derbasî Hesekê bibin
NNavenda Çepemenî û Ragîhandinê ya YPG’ê ragîhand ku çeteyan li quntarên Çiyayê Kizwana hewl dan maşîneyeke bombebarkirî û êrîşên xwekujiyê derbasî Hesekê bikin. Lê Yekîneyên Antî Teror (YAT) maşîne hedef girtin û ajokar kuştin. Yekîneyên Endizyarî tirimpêl vekirin û bê bandor kirin. Di operasyonê de YAT’ê dest danîn ser 45 mayîn, raxtekî xwekujî, çekeke klaşnikov, 6 cercûrên klaşnikovê û 2 bombeya destan bidest xistin.
Bi çekên giran êrîş kirin
Navenda Çepemenî û Ragîhandinê ya YPG’ê ragihan ku li Kantona Kobanê jî çeteyên DAIŞ’ê derdora saet di 10.30’an bi çekên giran êrîş birin ser bejahiya başûrê bajarokê Eyn Îsayê yê. Navende diyar kir ku di encama bersivdayina hêzên YPG’ê ve êrîşên çeteyan vala hate derxistin.
2 çete hatin kuştin
Navenda Çepemenî û Ragîhandinê ya YPG’ê diyar kir ku li milê Helebê jî şervanên YPG’ê li ser riya Cenbûl a dikeve bakûrê bajêr li dijî çeteyan operasyonek lidar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, yek birîndar bû û maşîneyeke çeteyan a leşkerî hat rûxandin.
ANHA/KOBANÊ