Artêşa Tirk a dagirker 60 lib fûzeyên Gradê avêtin gundên Herbel, Um El-Hoş, Um El-Qura û Şêx Îsa yên girêdayî Şehbayê. Hate ragihandin ku hin fûze li gundan ketine. Encamên êrîşê nehat zelalkirin.

Her wiha balafirên artêşa Tirk gundê Hesiyê yê Şehbayê bombebaran kirin. Li gor nûçeya ANHA′yê doh saet di 13.00′an de, balafirên artêşa Tirk noqteyên hêzên şoreşger ên li gundê Hesiyê yê herêmên Şehbayê kirin hedef.

Rûsya: Em ji êrîşên Tirkiyê bifikar in

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku ew derbarê êrîşên Tirkiyê yên dijî Bakûrê Sûriyê bifikar in.

Di civîna çapemeniyê ya doh de Lavrov bersiva pirsyareke derbarê êrîşên balafirên artêşa Tirk ên dijî herêmên Bakûrê Sûriyeyê da û got: “Em ji vê rewşê gelekî bifikar in”. Lavrov bi bîr anî ku Tirkiye beşek ji hevpeymana têkoşîna li dijî Fetih El-Şam û DAIŞ’ê ye û got ku, pêwîste derbarê êrîşên derveyî armancên hevpeymanê de, Amerîka Tirkiye hişyar bike.

Cebhet El-Ekrad: Êrîş hatin şikandin

Fermandariya Giştî ya Cebhet El-Ekrad diyar kir ku hêzên wan êrîşên balafirên şer û bejahî yên Tirkiye û çeteyên wê vala derxistin û şikandin.

Daxuyaniya Cebhet El-Ekrad wiha ye: “Piştî ku hemû hewildanên çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên Mertala Firatê yên pêşvehatina ber bi nuqteyên hêzên me ve, ku bi desteka bombebarana balafirên şêr ên Tirkiyê û topavêjên Tirkiyê re pêk dihatn, ji aliyê şervanên me ve hatin şikandin, îcar istîxbarata Tirkiyê tangên xwe li ser sînorê Sûriyê li Bakurê Helebê zêde kirin. Bi vê yekê re jî xwest ku desteka bejahî jî bide çeteyên xwe yên di operesyona Mertala Firatê, Feyleq El-Şam, Ehrar El-Şam û Cebhe El-Şamiyê. Terorîstên ku axa Sûriyê bi gelemperî û Şehba bi taybet dagir kirine dê weke cenaze, peya û binkeftî vegerin. Qehremanên hêzên me yê Cebhet El-Ekrad dê her kesê ku êrîşî Sûriyê dike, bişîne dojehê”. 


 EFRÎN