Fermandara YPJ'ê Hebûn Dêrik diyar kir ku divê sedema çeteyên DAIŞ'ê çima Kobanê hedef girt baş bê analîzkirin û DAIŞ'ê bi tenê divê dest neyê girtin. Dêrik anî ziman ku bi êrîşên meha îlonê dest pê kirin xwestin li ser axa Kobanê herêma tampon çêbikin û bi vê yekê şoreşa Rojava bixeniqînin. Dêrik da zanîn ku hêzên dixwestin destkeftiyên gelê Kurd tune bikin bi her awayî de piştgirî dan çeteyên DAIŞ'ê û êrîş wisa hatin kirin.
‚Destkeftiyên Kurdan hedef hatin girtin'
Dêrik bilêv kir ku bi êrîşan tenê Kobanê na hemû destkeftiyên Bakûr û Başûrê Kurdistanê hedef hatin girtin û wiha got: "Piştî dagirkirina Musilê bi hemû amûrên teknîkî yên li wir bi dest xistin li hemberî berxwedêrên Kobanê hatin bikaranîn. Ev êrîş bi rêbezên dijmirovahî, bêexlaqî û hov pêk anîn. Di şer de weke helwestekî exlaqî di navbera her du artêşan de rêzgez û rêbazên şer çêdibin. Lê çeteyên DAIŞ'ê bi hemû amûrên teknîkî yên bi dest xistin bêexlaqî û hov êrîş li Kobanê kirin."
Dêrik diyar kir ku berxwedana dîrokî ya li Kobanê hatî nîşandan ji nişkave derneket holê. Dêrik anî ziman ku berxwedan di encama daxwaza civakekê ya jiyana azad de derket holê. Dêrik da zanîn ku ji roja berxwedanê dest pê kir heya niha ne şervanên YPG û YPJ'ê ne jî gelên li Kobanê ber xwe didin tu fikar çênebûn û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê bi top, tank û hemû amurên teknîkî yên di destê xwe de li ser çapemeniyê şerek taybet da meşandin. Lê hesaba hêrs û biryarbûna hevalên me ya li hemberî hovîtiyê nedîtin. Berxwedan her diçû mezin bû û girêdana bi ax û şehîdan zêde bû. Hemû şervanan li hemberî vê hovîtiyê di nav şerê bajar de xwe di aliyê taktîk û hamle de pêş xist û xwe ji serkeftinê re amade kir."
Derîk têkîldarî berxwedana ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li gund û bajar didomin de jî nirxandina "Mînak li gundê Serzorê berxwedana bêhempa ya 12 hevalên me heye. DAIŞ li wî gundî bi tang, top û bi hejmareke zêde êrîş kiriş kiribû lê piştî ku darbeyên giran girt wekî har bûn. 12 şervanên YPG û YPJ'ê teslîmiyet red kirin û heta dipola dawî ya xwîna xwe li ber xwe dan DAIŞ têk birin. Me bi qileşên di destên xwe de li dijî kapman sekinîn. Me dizanibû bêbandor e l ême ruhê seferberiyê nîşanî hemû cihanê kir. Me DAIŞ li Kobanê fetisand. Şervanên YPG û YPJ'ê bi rojane di encamên derdikevin de tecrubeyan bi dest dixe û nirxandinên berfireh dike."
'Operasyon bi biryarî didome'
Dêrik bilêv kir ku di vê çarçoveyê de gelek qadên hatine dagirkirin ji çeteyan hatine paqijkirin. Dêrik got ku çeteyên ku di encama operasyonên şervanên YPG û YPJ'ê de derbên giran dixwin serî li êrîşên întixarî didin û ev jî encama neçariya wan e û wiha axivî: "Hêza ku qels dibe û nikare pêş ve bike ji bo neçariya xwe derbas bike terzê xwe îmhakirinê esas digire. Ev terz taktîk nîne, encama têkçûna DAIŞ'ê ye. Bi van êrîşan re dixwaze di warê psîkolojîk de xwe xurt bike û di nava aloziyê de bikeve bajar. Lê ev rêbaz encamê nagire."
Dêrik bilev kir ki çeteyên DAIŞ'ê zarokan jî bi kar tîne û wiha got: "Di hin êrîşên întixarî de piştî ku cenaze dikevin destên me em dibînin aydî zarokan e. DAIŞ piştî derbên dixwe zarokan perwerde dike, wan tehdît dike û li dijî gelê Kurd dide şerkirin."
ÇAGDAŞ KAPLAN/MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK/DÎHA/KOBANÊ