Hewldanên dagirkirina Qendîlê ya dewleta Îranê bi her awayî berdewam dike. Di nava vê hefteya borî de, li ser sînorê Herêma Kurdistanê di encama şerên dijwar de zêdetirê 255 leşkerên Îranê hatin kuştin û 8 gerîlayên PJAK’ê û 2 sivîlan jî jiyana xwe ji dest dan. Îran bi çekên giran gelê li ser sînoran dike hedef. Zozaniyên Başûrê Kurdistanê ji ber gefa topbarana artêşa Îranê neçar dimînin ku herêmê vala bikin.
Li aliyekê jimarek zêde ya leşkera tê veguhestin û li aliyê din jî dozer, kepçe, tank û çekên giran li ser sînor têne bicîkirin. Bi dozer û kepçeyan li ser xeta sînor riya tank û topan vedike, li aliyê din jî li ser sînoran qereqolên nû ava dike. 
Di vî şerî de dewleta Îranê ji bo serê her fermandarek ê PJAK’ê 50 hezar dolar û ji bo gerîlayên bê rudbe jî 5 hezar dolar daniye. Bi vî awayî şer gurr dike. Li aliyê din jî, saziya din a dewleta Îranê ya Ayetullah, weke di dema seferên xaçperestan de fetwayên biheştê dide û dibêje yê ku di vî şerî de were kuştin şehîd e û ew ê biçin biheştê. Herwiha, Îran dixwaze rêxistionê Cund-ul Îslam, Îslami El Sunne û cerdevanên li Kurdistanê jî beşdarî şer bike. 



Trafîka dîplomatik a li Tirkiyeyê


Di peymanên qirêj li herêmên li dijî Kurdan tên meşandin de rola sereke Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû wergirtiye. Davûtoglû di meha Tîrmehê de çû Îranê, ji bi plan û projeyên li Sûriyeyê danûstandineke hevpar hate pêkanîn. Piştî vê hevdîtinê artêşa Tirk li hemberî gerîlayên HPG’ê dest bi operasyonên berfireh kir. Di encama van operasyonan de li Farqînê 20 leşker hatin kuştin û 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Di 15’ê Tîrmehê de civîna dema çareşemîn a Lîbyayê li Stenbolê hat lidarixstin. Bi vê boneyê Sekreterê Giştî yê NATO’yê Anders Fogh Rasmussen, Wezîra Derve ya DYE Hillary Clinton hatin Stenbolê. Erdogan pêş bi Rasmussen re hevdîtin pêk an. Piştre jî Serokkomar Gul, Erdogan û Davûtoglû jî bi Clinton re civiyan. Di vê civînê de Davûtoglû derbarê serdana xwe ya Îranê, mertalê fuzeyan û PKK’ê de agahî da Clinton. Di dema van hevdîtinan de artêşa Îranê xwe amade kir û di 16’ê Tîrmehê de bi hinceta hebûna PJAK’ê êrişê Qendîlê kir.
Tevgera leşkerî ya Îranê li ser xeta sînor a Serdeşt-Pîranşarê dest pê kir û herêmên Zelê, Dola Kokê, û Qeladizê topbaran kir.
Di dema şerê di navbera PJAK û Îranê de, roja 18’ê Tîrmehê Serokê CIA’yê Org. David Petraeus, peywira Fermadarê Hêzên NATO yên li Efxanîstanê John Allena dewr kir û hat serdana Tirkiyeyê. Bi ya DYE’yê wê ev şer hem hêza Kurdana sînordar bike û dîsa wê şerê di navbera Kurdan û Îranê de êrişên Rojava yên li ser Îranê hêsantir bike.



Li dijî Kurdan tifaqa şer
Parlementerê Parlementoya Iraqê yê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê Dr. Mehmûd Osman di daxuyaniya dabû Roj Tv de dabû diyarkirin ku Îran, Tirkiye û Iraqê li ser Kurdan li hev kirine û wiha gotibû; “Ev dewlet hîn jî vê polîtîkaya xwe didomînin. Bêdengiya hukumeta navendî ya Iraqê jî vî yekê dide nîşandan ku ne li dijî vê yekê ne. Hukumeta herêmê jî xwedî helwestek bi hêz nîne. Ev nêzîkatî jî feyde li polîtîkayên van dewletan dike. Emerîka jî alîkariya Tirkiyê dike û bi hev re tev digerin. Emerîka îstîxbarat û agahiyên xwe dide Tirkiyê, Tirkiye jî dide Îranê. Bi vê awayî bi şiklekî ne rasterast Emerîka jî di şerê li dijî Kurdan de şîrîkatiya wan dike”.
Di nava vî lihevkirinê de jî bi awayeke pasîf rola YNK’ê heye. Kovara Livîn a ku li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, nivîsand ku ger Îran di şerê li ser Qendîlê de bi ser bikeve wê herêmê bide YNK’ê.
Îran gerîlayên PJAK’ê yên li herêmê dike hincet û bi vî awayî êrişê destkeftiyên PKK û Kurdên Herêma Kurdistanê dike. Ev yek ne nû ye. Di demên berê de têkiliyên PKK û Îranê cûda bûn. Ji ber ku li Îranê hinek bandora Şoreşa Îslamî mabû û gelperest bû. Têkiliyên PKK û Îranê di asteke diyar de bûn. Lê ji ber ku Îran her tim dixwaze Kurdên li Îranê di bin siya desthilatiya xwe ya siyasî de tune bike û nasnameya wan tune bike, bi awayek sînordar bi PKK’ê re têkilî didanî.

‘Dixwazin Kurdan bê statû bihêlin’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik derbarê mijarê de dibêje; “Ev tifaqa Îran û Tirkiyeyê ya li dijî kurdan û ev êrîş, nîşan didin ku li hemberî kurdan di nav planeke çawa ya hevpar a tasfiyeyê de ne. Di nav vê tifaqa bêxêr de Iraq jî heye. Armanca hemûyan ew e ku dema li Rojhilata Navîn dengeyên nû yên siyasî têne avakirin, nehêlin kurd tiştekî bidest bixin. Dixwazin ku di sedsala 21’an de jî kurdan bêhêz û bê statu bihêlin, dawiya dawî jî, bi tevahî tune bikin. Dibe ku nikaribin bi tevahî tune bikin, lê dixwazin di qadeke biçûk de asê bikin, piştre jî marjînal û bê îrade bikin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan jî dibêje; “Di roja ku Îranê êriş kir de, Tirkiyeyê leşker veguhest ser sînor, ev yek jî delîla hevkariya her du dewletan e. Dixwazin hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî ji bo bêbandorkirina PKK’ê bikişînin nava hevkariya xwe. Îran dixwaze hêzên Başûrê Kurdistanê û PKK’ê bîne dijberê hev.’’

ANF




Gelo Amerîka agahî dide Îranê?

Piştî ku hemû deverên Qendîlê ji aliyê topxaneya Îranê ve hat bombebarankirin, êdî li ser herêmê balafirên sîxûrî yên bê mirov difirin. Vê yekê jî rê li ber şîroveyên ku dibêjin balafirên bê mirov ku ji bo artêşa Tirk agahiyên sîxûrî kom dike, agahiyên keşîfa li ser herêmê dide Îranê, vekir. Li gor agahiyan, balafirên keşîfê yên bi tîpa Pradotor beriya êriş û di dema êrişê de li ser Qendîlê digerin û li herêmê keşîf pêk tînin. Tê zanîn ku ev balafirên Amerîkayê agahiyên sîxûrî ji bo artêşa Tirk kom dikin, hat diyarkirin ku agahiyên li herêmê ji aliyê van balafiran ve hatine komkirin, dane Îranê jî. Tê diyarkirin ku ev balafirên IHA ji yekîneyên li Hewlêrê radibin û ji sala 2007 ve bi boneya komkirina agahiyên sîxûrî li dijî PKK’ê tên bikaranîn.

SÎNAN CÛDÎ/ANF




Hewlêrê got: Îran raweste!

Bertekên li dijî êrîşen Îranê her ku diçe dijwartir dibin. Komaleyên sivîl ên li Herêma Federal a Kurdistanê jî bo helwesta xwe ya li dijî êrîşên Îranê bînin ziman çalakî pêk anîn. Gelek endam û revebirên sazîyen sivîl ên civakî doh li Parqa Şanadar a Hewlêrê kom bûn. Girseya ku li parkê kom bû pankart û dovîzen li dijî êrîşên Îranê rakirin û dirûşmeyên li dijî Îranê berz kirin. Çalakiyên ku gelek rewşenbîr, nûnerên sazîyên sivîl û revebirên partîyen demokrat amade bûn, bi stranên şoreşgerî û helbestên şoreşê Îran protesto kir. Di çalakiyê de ji bo endamên PJAK’ê ku di pewçûnên li sînor de jîyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Di çalakiyê de Nunerên Partîya Çarasêrî û Demokrasî (PÇDK) axifî û got, „Lazime herkes baş bizanibe ku ev êrîşen Îranê li dijî gelê Kurd e. Ji bo ve yekê jî hewce ye Kurd hemû bi helwestekê neteweyî li dijî êrîşên Îranê bisekinin. Em bang hi hemû Kurdan dikin ku li dijî Îran rabin ser piyan“.

Ji 50 saziyên sivîl kampanya

Helwestên li dijî êrîşên Îranê ya li hemberî Herema Federal a Kurdistanê her ku diçê zêdetir dibe. Li dijî êrîşen Îranê zedeyî 50 sazîyen sivîl kampanya ‘Îran Rawestê’ dan destpekirin. Saziyên sivîl dê doh li ber avahîya Parezgêha Hewlêr daxuyanî dan çapemeniyê û heta sefareta Îranê meşiyan. Endama koordînasyona kampanya ‘Îran Rawestê’ Bihar Ahlîyanda, Parezêr Kalê Feqî Ûso, Salîha Vîyan û Sekretêra Yekîtîyen Afratên (Jinen) Kurdistan Dr. Vîyan Sileyman bang li hemû Kurdên Herêma Federal a Kurdistanê kirin ku êrîşên Îranê şermezar bikin.

DÎHA/HEWLÊR