Kordînasyona Giştî ya Meclîsên Rêveber ên Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê yên Kantonên Rojavayê Kurdistanê derbarê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li gundên Asûriyan ên girêdayî bajarê Til Temirê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û revandina welatiyan hatin şermezarkirin. 

Di berdewamiya daxuyaniyê de li hemberî van êrîşan bang li hemû pêkhateyên herêmê hate kirin û wiha hate gotin: “Em weke Kordînsyona Giştî ya Kantonên Kobanê, Cizîr û Efrînê bang li welatiyên Rojava yên ji hemû pêkhateyan dikin ku li dijî van êrîşan piştevaniya xwe xurt bikin. Em dibêjin ku divê hemû kesên ku hewil didin tevliheviyê li herêmê derxînin û aşîtiya heyî têk binin, dê bêne cezakirin.ˮ

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî jî hate kirin ku pêşî li rêxistinên terorist ên ku li Sûriyê û tevahiya herêmê kiryarên dij mirovahiyê pêk tînin, bigirin da ku herêm bi tevahî ji qirêjiya wan bê paqijkirin.


Oldarên Cizêrê êrîş şermezar kir

 Desteya Karûbarên Olî ya Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî gelê Asûrî şermezar kir. Desteyê ev kiryarên çeteyan wekî êrîşeke hovane ya li dijî gelê ku bi rihê hezkirina ji gelan dijiya, bi nav kir. Di daxuyaniya ku ji aliyê Cîgirê Serokê Desteyê Burhan Ebdî  ve hate dayîn de hat diyarkirin ku gelê Asûr gelekî aştîxwaz e û hertim rêgezên aştî û biratiyên di nava gelên herêmê de belav kiriye û ji ber vê jî DAIŞ ev êrîş pêk anî, komkujî di derheqê gelê Asûrî de kir û gelek welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok in revandin.

Di daxuyaniyê de desteyê bang li rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî kir ku terora DAIŞ rawestînin û bi gelê Asûrî yê sivîl re bisekinin. 


 HESEKÊ