Hêzên rêjîma Baasê û çeteyên girêdayî wê (Muqeneîn) piştî bêdengiya 2 rojan dîsa li dijî taxên bajarê Hesekê êrîş pêk anîn. Li gorî agahiyên ajansa ANHA’yê, hêzên rejîmê li rojavayê Dêra Asuriyan, derdora taxa Mesakin, Benzînxaneya Merşo, derdora taxa Ezîziyê û navenda bajar êrîş kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv da û şer derket. Di encama şerê ku heta derengiya şevê dom kirin de, êrîşên hêzên rejîmê hatin şikandin. Piştî pevçûnên ku derbarê encamên wan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin, li bajar bêdengiyek serwer bû. Li aliyê din hêzên YPG/YPJ û Asayîşê li hemberî êrîşeke din a muhtemel li bajar tedbîrên xwe zêde kirin.
ANHA/HESEKÊ