Di van rojan de, careke din konsepteke êrişê ya pirralî di rojeva rejîma Erdogan de ye. Hîn wêdetir, em bibêjin, ev konsepta şer û kaosê ku beriya çend salan raya giştî bi sernavê ‘pîlana têkbirinê’ pê hesiya, hîn kûrtir pêk tê, wê rasttir be. Piştî referandumê êrişa şeva 24’ê Nîsanê ya li Şengal û Rojava qonaxa nû ya êrişê îfade dike. Em bînîn bîra xwe, piştî hilbijartinên giştî yên 2015’an jî AKP di 24”ê Tîrmehê de bi heman awayî êrişeke berfireh a bi balafiran li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîbû. Bi vî rengî qonaxeke nû ya şerê giran dest pê kiribû ku gelê Kurd bi berxwedana xweseriyê bersiv dabû rewşê. Gelê Kurd di serî de li Bakur û Rojava ev êriş bi berdêlên giran be jî pûç kiribû. Jixwe, têkçûna AKP´ê ya li Kurdistanê di encama vê berxwedanê de bi lez bûbû. Niha careke din piştî referandumê AKP bi heman hişmendiya qirkirinê tevdigeriya û êrişa 24’ê Nîsanê jî rastî roja qirkirinê ya gelê Ermenî anî, bi vî rengî xwest peyamê bide. Belê Kurdan peyama vê êrişê wergirt, lê belê ne di warê dîrokî de şert û merc heman in, ne jî rojane. Mesela Kurdên beriya du salan û yên îro, heta Kurdê îro û yê doh nikare wek hev were nirxandin. Dînamîka Kurd rojane diguhere ber bi pêş ve. Îro, tevî êrişên qirkirinê, tevî propagandaya Erdogan ku dibêje, Kurdan em "erê" kirin, Bakur ji Erdogan re got "Na". Her wiha li Rojava, Kurdan rewşa nazik bihurandiye û di asta navneteweyî de partnerên sereke ne di şerê li dijî DAIŞ’ê de.
Hêza Kurdan tenê ji şer nayê, ji modela çareseriyê ya li Sûrî tê. Ji derveyî pergala federaliyê, her modela xwe weke çareseriyê ferz dike, dê bi xwe re qeyranê kûrtir bike. Di encama vê de, Kurd hem li herêmê hem jî li cîhanê dibin hêza baweriya siyasî jî. Xeyalên Erdogan yên hegemonyayê, her çiqasî bi faşîzmê re dibin yek û xwe weke reşbînekê li ser dahatuya herêmê ferz dike jî, bendewariyên wî li rastiya herêmê nayên. Hela ku Kurd vê rewşa xwe ya serketî bidomînin, qet ne pêkan e ku Erdogan ji êrişkariyê wêdetir here û serberjêrbûna rejîma wî jî her kêliyê pêkantir dibe.
Baş e, tevî vê wateya van êrişan çi ye û dê li Kurdistan, herêm û cîhanê encamên xwe çi bin? Ev êriş eşkere tên wateya ragihandina şer li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê. Tirkiyeya ku heya demên dawî nîv bi nîv bi şerê wekaletê tevlî şerê li Sûrî û Iraqê bû, niha yekser mudaxilî vî şerî bû. Erdogan ê ku ji destpêkê ve, dixwaze di nava lîstikê de cih bigire, piştî Cerablus û Babê, vê carê bi darê zorê xwe têkel kir. Ev yek jî bi xweşa avakerên lîstikê, Emerîka, Rûsya, Îran û hêzên din neçû. Ev hêz jî baş dizanin, têkelbûna Erdogan bi vî rengî, alozî û şerê li herêmê dê kûr bike. Potansiyela şerê mezhebî, milliyetgeriyê, herî zêde AKP dihewîne. Lewma, ev êrişên rejîma Erdogan li herêmê deriyên şerekî tirsnaktir vedike. Ji ber vê, ne pêkan e ku ev êrişkariya desteka Erdogan a ji bo DAIŞ’ê belge kirî, encamê bigirin.
Lê rejîma Erdogan ku niha hebûna xwe spartiye şerê li dijî Kurdan, ne pêkan e ji vê biqere jî. Lewma eger ji destan were, dê pîlana dagirkirina Başûr û Rojava bixe meriyetê. Jixwe, ji bo dagirkirina Başûr a di bin navê Şengal û Qendîlê de dixwaze pêk bîne, amadekariyên xwe îfade dike. Û rojane Erdogan li ser van qadan gefan li tevgera azadiyê dixwe.
Ev konsepta pirralî ya êrişê di rojên dawî de bi êrişa li ser medyayê hîn zelal xuya bû. Ji bo sê televîzyonên ku faşîzma dewleta Tirk radigihîne bên tarîkirin, xebat bi lez bûn. Ya esas, beriya êrişa li dijî Şengal û Rojava, 14’ê Nîsanê RTUK’ê ji Eutelsatê daxwaz kiriye ku weşana Stêrk TV, Ronahî TV û News Channelê bibire. Bi vî awayî pîlan dikir ku serî li êrişan bigire, dinya alem bi van êrişan nehese. Lê wisa nebû, di kêliyên pêşî yên êrişê de careke din heman televîzyonan berê cîhanê da van êrişên dewleta Tirk. Lewma cîhan pê hesiya, Kurd li her alî rabûn ser piyan. Nerazîbûnan hişt dewleta Tirk nikaribe pîlanên xwe bibe serî. Lê ji vegotinên Erdogan jî mirov fêm dike ku êriş wê bi dawî nebin. Lewma girîng dibînin, rê li ragihandina azad bigirin. Em vê jî ji raboriyê dizanin, kengî êrişî medyayê dikin, amadekariyên êrişên berfirehtir dikin. Di vê hewldana birrîna weşanên sê kanalên televîzyonê de jî heman rewş heye. Çawa ku rejîma Erdogan ku ji referandûmê serketî derneket, pêşdîtina pêdiviya vê rejîmê bi şer û kaosa kûr heye, xurt bû. Lewma ev êrişa li ser Medyayê divê weke amadekariyên êrişên berfirehtir were xwendin. Armanc helbet ne tenê guherîna rojeva li ser encamên ne rewa yên referandûmê ne. Ev jî heye, lê Erdogan li pey hesabên hegemonîk e. Ji bo van hesaban pêk bîne, divê Kurdên li Sûrî rojane bi pêş ve diçin, rawestîne. Divê êrişa li dijî Başûr di bin nave Şengal û Qendîlê de di rojevê de bihêle. Ji bo bigihîje encamê dizane ku divê qira Kurdan bîne. Lewma ev qonaxa nû îfadeya hewldana encamgirtina konsepta qirkirinê ya Erdogan e. Ji ber vê konsepta şerê topyekûn yê li dijî gelê Kurd derbasî qonaxeke nû dibe. Ji ber vê, rejîma Erdogan a li ber têkçûnê, bi hemû hêza xwe ya mayî her dide xwe. Bi çavsorî, bi çavkorî êriş dike. Ne Rojava û Başûrê Kurdistanê, ne jî Cîhan, ne bawer im ku vê rastiya Erdogan bi aramiyê pêşwazî bikin.
Mijareke giring heye ku mirov dixwaze balê bikişîne ser. Heya niha Kurd bi hêza xwe ya cewherî bi pêş ve çûn. Bi taybet jî li Rojava, Kurd bi hêza xwe bûn pergal. Lewma ne pêkan e ku Kurd bi bendwariya ji Emerîka, Rusya an jî hêzeke din bikarin vê pêla êrişan bişikînin. Ew derdorên ku dixwazin civaka Kurd wisa bi bendwariya hêzên koalîsyonê nîşan bidin, berdevkên rejîmên dagirker in. Lewma Kurd bi vê dizanin, ji bilî hêza wan a cehwerî ti tişt nikare pêşiyê li êrişên qirkirinê bigire. Lewma hewldanên van derdoran jî badilhewan e. Lê divê hem li Rojava, hem jî li herêmên din, helbet hişyariya li hemberî vê êrişa şerê taybet jî hebe. Encam, Sêla Sor e, herêm û Erdogan li ser vê sêlê dilîzin, îcar ka wê kengî bibe rijî em ê bibînin.
Li gel vê, ji bo ev konsepta êrişan were pûçkirin, dubare divê têkoşîna li dor medya azad were xurtkirin. Ji ber vê jî xwedîderketina li kanalên televîzyonê Stêrk TV, Ronahî TV û News Channelê ji her demê girîngtir e. Eger em vê çembera li dor medya azad neşikînin, wê bergiriya vê konseptê lawaz bimîne. Lewma her yek ji me berpirs e ku li hemberî vê rastiya ku dê bandorê li paşeroja bike.