Ji ber bombebarana balafirên Rûs û yên rêjîma Sûriyê yên li Dêra Zorê zarok jî di nava de sivîlên ku dixwestin ji çeteyên DAIŞʹê xilas bibin, hatin kuştin û hin welatiyên sivîl birîndar bûn. Şervanên QSDʹê sivîlên birîndar jî rakirin nexweşxaneyên Hesekê û li wir têne dermankirin. Sivlan ji QSDʹê xwest ku parêzgeha wan ji çeteyan û rêjîmê rizgar bike.

Balafirên Rûsyayê û yên rêjîma Sûriyê bombebarana sivîlan li bajarê Dêra Zorê û gundên wê yên bakur didomîne. Bombebarana balafiran bi hinceta şerê li dijî DAIŞʹê pêk hat. Di heman demê de hêzên rêjîmê û komên girêdayî wê sivîlên ku berê xwe didin deverên QSDʹê bi hawan û topan topbaran kirin.

Di encama êrîşên balafirên Rûsya û Rêjîma Sûriyê pêr li dijî sivîlan pêk hat, hejmarek welatiyên ku dixwestin berê xwe bidin herêmên QSDʹê birîndar bûne.

Hejmarek sivîl hatin herêmên rizgarkirî, şervanên QSDʹê welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneya Hesekê da ku li wir bên dermankirin.


Balafir li DAIŞ´ê nadin

Koçberê bi navê Ehmed Elî ku birayê wî ji ber bombebarana balafirên Rûsya birîndar bûye, têkildarî bûyerê got, ʺJi ber bombebarana balafiran gelek welatî birîndar bûn. Me nikarî wan bi xwe re bînin. Ev 5 sal in em ji ber kiryarên çeteyên DAIŞʹê û bombebarana balafirên Rûsya û Rêjîma Sûriyê mexdûr in.ʺ El-Elî da zanîn ku tekane hêza ku welatiyan rizgar dike, QSD ye.

Yek ji kesên ji ber bomebebarana Rûsya û rêjîmê reviyane û hin zarokên wî birîndar bûne, ne xwest navê xwe eşkere bike, belê got; ʺBalafirên wan cihê sivîlan bombebaran dikin, li nuqteyên DAIŞʹê nadin. Çi gunehê zarok û sivîlên din e ku balafir wiha bi hovane li wan didin. Em spasiya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê û hemû şervanên QSDʹê yên alîkariya me kirî dikin. Em hêvî dikin ku tevahî herêmên Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞʹê û rêjîma Sûriyê rizgar bikin.ʺ 


 ANHA / DÊRA ZORÊ