Hin bersûcên ku di danişîna borî de ji ber ku dê parastina Kurdî bikin îfade nedan dema ku navên wan hate xwendin bersiva „ez li vir im“ dan. Heyeta dagehê jî bi gotina „ev der ne li cihê çalakiya şexsî ye hûn nikarin li vir çalakî li dar bixin“ destûr neda parastina bi Kurdî û got ku heke ev helwest bidome de wan ji salonê bavêje. Lê li gel vê jî bersûcan heman bersiv dan. Heyeta dadgehê vê carê hêrs bû xwest bersûc ji salonê bên avêtin. Piştre cendirme ketin nava tevgerê. Parêzeran îtirazî rewşê kirin û diyar kirin ku heke ji bo parastinê destûrê nedin jî ji ber rewşa heyî heyet nikare bersûcan bavêje û dikarin girtekê bigirin. Li ser vê yekê heyetê dev ji vê yekê berda.
Piştre ji bersûcên ku di danişina berê de parastan xwe nekirina îdiayên der barê wan de hate pirsîn. Bersûcan jî diyar kirin ku ew ji bo pîrzbahiya salvegera damezirandina PKK’ê neçûne cihê navborî û pirozbahiyeke wisa nehatiye kirin jî. Bersûcan daxwaznameyake ku çima dixwazin parastina bi Kurdî bikin pêşkêşî heyetê kirin. Mehmet Can Temel diyar kir ku daxwaza parastina bi Kurdî ne helwesteke siyasî an jî înyadkirine, tenê daxwazeke mirovî ye. Temel wiha got: „Heke li vir îngilizeke ku ji zimaneke bixwesta parastina xwe bikira ji bo wî şert û merc dê bihata amadekirin. Lê ev yek ji bo Kurdan maf nayê dîtin.“ Temel destnîşan kir ku di madeya 90’emîn ya makeqanûnê û mewzuatên neteweyî û navneteweyî de jî ev maf heye.
Parêzerê xwendekaran, anî ziman ku muwekilê wan belava hatine girtin û îdianameya hatiye amadekirin li ser bingehekî vala hatiye avkirn. Parêzer anî ziman ku di navbera xwendekarên hatin berdan û niha girtî ne de tu cudatî tune. Prz. Ali Ersîn Gur, da zanîn ku ev îdîaneme xeyalî ye û wiha got: „Tê gotin ku 44 endamên PKK li cihekî hatine cem hev û pîrozbahiyê dikin. Tiştê ku ez dizanim ger ku 44 endamên PKK’ê bên cem hev dê erd bihejînin. Bawerim hûn ji 44 xwendekaran de dibêjin 44 endamên PKK’ê. Parêzerê nûçegîhana me Selen Vargun jî diyar kir ku Emine Altinkaya bê sebebeb girtî ye û demek dirêje mexdûr dibe.
Heyetê piştî demek dirêj navber da. Piştî ku heyetê navber da û xwendekaran slav û destê xwe dan hev, cendirmeyan bi awayekî dijwar muaxale kir û pevçûn derket. Cendirmeyan bi copan li xwendekaran û malbatên wan xist. Cendirmeyan xwendekar di derenceyan de avêt xwar û daxistin jêr. Dema heyetê biryar da jî xwendekar neanîn salonê. Her çend parêzeran gotin „Em ji ewlehiya xwendekaran bi guman in“ û xwestin xwendekaran bînin salonê jî heyetê dîsa daxwaza parêzeran red kir û ew neanîn salonê. Heyetê der barê 11 xwendekaran de biryara berdewana girtina wan da û danişîn avêt 20’ê Îlanê.
Piştî danişînê dema xwendekar û malbat li ber rîngê hatin cem hev, dirûşmeyên „Berxwedan jiyane“ hatin berzkirin. Hate dîtîn ku leşkeran di rîngê de jî mudaxaleyî xwendekaran kir û qerîna xwendekaran di rîngê de bilind bû.
Di 27’ê Mijdara 2010’an de Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Enqereyê bi ser Navenda Çandê ya Ciwanan a Enqereyê de girt. Hate zanîn ku ji ber şahiyek li Navendê pêk hatiye polîsan sendegirtin pêk anîye. Di serdegirtinê de 41 kes hatibûn binçavkirin û jê 17 xwendekar hatibûn girtin.
DÎHA /ENQERE