Di demên dawî de ku meha rojiya meha Remezanê ye, esker û polîsên dewleta Tirk a dagirker li goristanên taxan digerin û kêlên gorên zarokên Kurdan ên di şer de şehîd bûne dişkînin. Heta niha polis û eskeran gorên zarokên Kurdan li Wan, Mûş, Colemêrg, Amed û Çewlikê şikandin. Berê jî gelek goristanên zarokên Kurdan ên di şer de şehîd bûbûn bombebaran kiribûn. Li Mêrdîn, Şirnex, Amed û Bedlisê goristanên zarokên Kurdan bombebaran kiribûn.

19’ê Kanûna 2017’an, eskeran li gundê Oleka Jorîn a Bedlisê li Goristana Xerzanê gorên 282 endamên PKK’ê vekiribûn û cenaze bêyî malbatan revandibûn. Heta niha tenê cezayê 21 kesan teslîmî malbatên wan kirin.

10’ê Nîsana 2020’an cenazeyê gerîlayê HPG’ê Egîd Îpek dozgeriyê bi PTT’ê ji malbatê re şandibû. Dîsa di rojên dawî de li Farqîn, Erdîş, Mûş, Azexpêrtê û gelek cihên din kêlên gorên zarokên Kurdan şikandin. Herî dawî li Taxa Orman a Navçeya Geverê ya Colemêrgê cara 7’an êrişî goristanê kirin.

Li Navçeya Kanîreşê ya Çewlikê jî Malbata Çamak ji bo gora zarokên wan neyê şikandin li ber gorê nobedê digirin. Esker 18’ê Nîsanê li malbatê geriyabûn. Lê malbat tevî qedexeyê dîsa çû ber gora Zamanî nobet girt. Eskeran ji malbatê xwestibû ku gora endamê HPG’ê Zamanî Çakmak (Xebatkar Karker) ya li gund rakin.

Dewleta Tirk bi zilma xwe welê kir ku, karê neaqilan jî bibin. Xwişka Zemanî Çamak Naibe Çakmak, ji bo ku esker kêla gora birayê wê neşkînin çû bi destê xwe kêla gorê rakir.

Malbatên gorên zarokên wan têne şikandin anîn ziman ku ew zêhniyeta goran xirab dike ji serdema Osmaniyan nas dikin û gotin: “Em ê carek din kêlên gorên zarokên xwe çêkin.”

Hulya Baran a berî 3 salan keça wê di êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Efrînê de şehîd bû, got; “Ne tenê malbatên gorên zarokên wan hatine rûxandin, divê civak hemû nerazîbûna xwe li dijî vê rewşê nîşan bide.”

Baran, bi bîr xist ku di dînan de hurmet ji bo goran heye û got: “Dixwazin me bê ziman, bê bawerî û bê vîn bihêlin. Xweda şahidê me be, em ê ti carî dest ji ziman, bawerî, gor û zarokên xwe bernedin.”

 

 NAVENDA NÛÇEYAN