El-Qadirî wiha anî ziman: “DAIŞ bi navê Îslamê şerê Îsamê dike.” El-Qadirî diyar kir DAIŞ bi awayekî hovane êrîşî herêma Kobanê dike û kiryarên wê bi temamî dûrî ola Îsamê ne. El-Qadirî got ku ev êrîş vîna gelê herêmê û rastiya Îslamê hedef digrin. Şêx El-Qadirî wiha pêde çû: “Berxwedan gel, YPG, û YPJ’ê ya li herêma Kobanê ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê didin meşandin berxwedandeke qehremanî ye. Gel ji bo parastina xak, rûmet û destkeftiyên xwe bi hemû hêz û derfetên xwe li ber xwe dide û efsaneyên dîrokî dide nivîsandin.” Mihemed El-Qadirî destnîşan kir ku şervanên YPG/YPJ’ê bi alîkariya gel wê hemû êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê vala derbixin û da zanîn ku vîna gelê herêmê wê bi ser bikeve. Wezîrê Karûbarên Olî yê herêma Cizîrê di dawiyê de pêwîstiya yekîtiyê li hemberî DAIŞ‘ê anî ziman û got: “Divê hemû planên Komên çete yên radîkal ku bi navê îslamê şerê îslamê dikin, têk biçin.”

ANHA/AMÛDÊ