
Li Helebê hejmara kesên ku di topbarana îro ya li hemberî Taxa Şêxmeqsud Xerbî û Şerqî de jiyana xwe ji dest dane gihişt 7’an. Her wiha hejmara birîndaran jî derket 24’an. Pevçûn û topbaran jî didome.
Di pevçûnên ku doh ji serê sibehê destpê kir de 2 ji wan zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 12 jî birîndar bibûn.
Hate ragihandin ku di topbaranan de kesên bi navê Mehmud Hecî Ehmed (25), Yesrib Cerka (22) û Mihemed Receb jî jiyana xwe ji dest dane û 12 kesên din jî birîndar bûne. Bi vî awayî hejmara kesên ku îro jiyana xwe ji dest dane gihişt 7’an û ya birîndaran jî gihişt 24’an.
Nasnameya kuştî û birîndaran
Navên welatiyên jiyana xwe ji dest dane ev in: Ranya Hemo ya 37 salî û ji gundê Terneda, Merwan Mihemed Ebdo ya 4 salî û ji gundê Keferdalî, Mihemed Cadir Nûrî yê 25 salî û ji gundê Girzîlê, Nûrî Cabir ê 9 mehî û ji gundê Girzîlê, Mehmud Hecî Ehmed (25), Yesrib Cerka (22) û Mihemed Receb.
Navê kesên birîndar bûne jî wiha ne: Lokman Salih (33) ê ji gundê Kotono, Mistefa Mihemed (31) ji gundê Keferşîlê, Mistefa Hemo (35) ê ji gundê Xaltan, Ehmed Mihemed Ebdo (8) ê ji gundê Keferdalî, Îmad Sêvxan (45) ê ji Kobanê, Ebdullah Mihemed Ebdo (7) ê ji gundê Keferdalî, Alan Çawiş (25), Şeban Şêx Hedîd (50) ê ji Bilbilê, Ayşa Ehmed (25) a ji gundê Kokono, Hîba Beklaro (8) a ji gundê Qermîlik, Îbrahîm El Cindî (17) ê ji gundê Mearet El Ertîq, Ehmet El Hesen (30) ê ji Kerem El Cebel, Mihemed Deyup Ebes (36) ê ji Kerem El Cebel, Welîd Rewas (6), Huda Rewas (salek û nîv), Xîtam Ettar (25), Mihemed Rewas (35), Husam Ebdulmetelî (36), Welîd Ebdullah (23), Mehemed Ebdulatîf Şêxo (53), Îbrahîm Mihemed Ebdulrehman (35), Mihemed Nurî Hecî Mustefa (57), Fewzî yê ku paşnavê wî nehat hînbûn.
Di 3 rojan 17 kes qetil kirin
Di 29’ê Adarê de, piştî ku hinek komên çekdar ketin Taxa Şêxmeqsud, di navbera çekdaran û alîgirên rejîmê de pevçûn derketibûn. Di van pevçûnên ku 2 rojan dom kiribû de hêzên rejîmê Şêxmeqsud topbaran kiribû. Di encama topbaranê de 4 ji wan zarok 10 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû, 60 kes jî birîndar bibûn. Bi topbarana îro re jî hejmara miriyan derket 17 kesan. Di navbera welatiyên jiyana xwe ji dest dane 6 zarok hene. Her wiha hejmara birîndaran jî gihişt 84’an.
Koçî Efrîn û Kobanê dikin
Hat ragihandin ku ji ber topebaranê bi sedan kes ber bi bajarên Efrîn û Kobanê ve dest bi koçê kirine. Di 29’ê adarê de jî, piştî ku hinek komên çekdar xwestin bikevin taxa Şêxmeqsûd, di navbera wan û alîgirên rejîmê de pevçûn derketibûn. Di topbaranê de 4 ji wan zarok 10 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû, 60 kes jî birîndar bûbûn.
Dibistanên Efrînê tên valakirin
Dibistanên Efrînê ji bo penaberên ku ji bajarê Helebê hatibûn, hatin valakirin û perwerde hate rawestandin.
Yekîtiya Mamosteyan a Efrînê derbarê mijarê de daxuypaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku hejmara penaberên hatine bajêr zêde bûye, loma wan ji bo çareserkirina pirsgirêka hewandinê, dibistanên li navenda bajêr û navçeyan vala kirine. Di daxuyaniyê de her wiha êrîşa li ser Taxa Şex Meqsut hate şermezarkirin û hate gotin ku rejîma Baas ji bûyeran berpirsyar e.
HELEB
Ji YPG’ê bersiv
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarê Helebê li hemberî topbarana rejîma Baas a Sûriyeyê, çalakiyek bersivdayînê lidar xist û di encamê herî kêm 11 leşker hatin kuştin, her wiha tangek jî hate ruxandin.
Fermandariya Herêma Helebê ya YPG’ê der barê êrîşên rejîma Baas ên li dijî taxên Kurdan Şêxmeqsud û Eşrefiyê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên rejîmê êrîşek hovane li dijî Taxa Şêxmeqsud pêk aniye û di van êrîşan de gelek welatî hatine qetilkirin û ziyana maddî çêbûye.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li ser van êrîşan hêzên YPG’ê çalakiya bersivdayînê li dar xistiye û wiha hat domandin: “Yekîneyên Parastina Gel parastina gel jixwe re esas digire, lewre ji bo tolhildana şehîdên me yên sivîl me bersiv da êrîşan. Di vê çarçoveyê de me li başûrê Taxa Şêxmeqsud tangek ruxand û 11 leşker kuştin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku YPG wê li gel hemû astengî û zehmetiyan jî parastina herêm û gel bike û wiha hat gotin: “Bila herkes zanibe ku emê wekî hêzek mertal a parastina gelê xwe li Helebê bin.”
TEV DEM'ê hişyar kir
Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê siyaseta ku rejîma Baas li bajarê Helebê dide meşandin û taxên Kurdan kirine cihê pevçûnên bi komên çekdar re de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, di encama pevçûn û topbaranên 3 rojên dawî de 15 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan jî birîndar bûne, her wiha bi hezaran malbatan piranî berê xwe dane Efrînê.
Di daxuyaniyê de êrîşa rejîmê ya li ser sivîlan hate şermezarkirin û bang li rejîma Baasê hate kirin ku dest ji van pêkanînên xwe berde. Di daxuyaniyê de her wiha ji komên çekdar hate xwestin ku ji Taxa Şêxmeqsûd derketin û ji gel jî hate xwestin ku tedbîrên xwe bigire.
Li hemberî îdîayên wekî “gel bê bawer bûye” jî di daxuyaniyê de nerazîbûn hate nîşandan û hate gotin ku, ev îdia nerastin. Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê heta yek sivîl jî li taxê hebe wê parastinê bike û wiha hat gotin: “Bila gelê me ku guh nede gotegotan. Em dê heta dawiyê li kêleka gelê xwe bin. Bila hemû gelê Kurd destê alîkariyê dirêjî gelê Şêxmeqsûd bike.”