Li Dihokê, Hêzên Parastinê yên ser bi PDK´ê, êrişî malbata çalakvanê civaka sivîl, Kovan Hisên kir. Di encama êrişê de bavê Kovan bi giranî birîndar bû.

Li gorî nûçeya Rêxistina 17’ê Sibatê ya ji bo mafê mirovan, pêr bi şev li Dihokê 5 kesan êrişî malbata çalakvanê civaka sivîl Kovan Hisên Baclurî kiriye. Di encamê de dayîk, bav û xwişka Kovan birîndar bûne.

Armanca wan tolhildan e

Kovan Hisên çalakvanê civaka sivîl e û li welatê Awusturyayê dijî. Kovan Hisên bi daxuyaniyekê siyaseta desthilata Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî siyaseta herêma Behdînanê rexne kir û got; “Kesên ku bi navê Hêzên Parastinê çûne mala me, ji aliyê berpirsê parastina PDK’ê yê Dihokê Azadî Gervanî ve hatine erkdar kirin. Armanca wan tolhildan e.”

Dibin çavdêriya doktoran de ye

Hêjayî gotinê ye bavê Kovan, yê bi navê Hisên Baclurî yê 90 salî, ji ber êrişê, li nexweşxaneya beşa lezgîn a Dihokê di bin çavdêriya doktoran de ye.