Li Başûrê Kurdistanê berî her hilbijartineke navendên Tevgera Azadî rastî êrişan tê û xebatkarên wê jî tên derbkirin. Vê carê jî hin kesan li Silêmaniyê bi dar, kevir û kêran êrişî navenda Tevgera Azadî kir.

Li Silêmanî hin kesên nenas bi dar, kevir û kêran êrişî navenda Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) kir. Di êrişê de li avahiyê ziyana madî çêbû. Hevseroka Tevgera Azadî, Şîlan Şakir îşaret bi dema êrişê kir û got, di demekê de ku propagandaya hilbijartin, azadî û demokrasiyê tê kirin, êrişeke bi vî rengî cihê gumanê ye. Şîlan Şakir wekî din ji asayîşê jî xwest ku têkildarî mijarê daxuyaniyê bide.

Pêr saet derdora 14.00’yan hin kesan bi seyareyan hatin ber navenda Tevgera Azadî ya li Silêmaniyê. Komê piştre jî bi dar, kevir û kêran êrişî navendê kir. Dema êrişê, hejmareke pirr kêm a endamên Tevgerê li navendê bû.

Asayîş mudaxele nekir

Êrişkarên ku ketin avahiyê pencere, derî, televîzyon, kompûter û gelek tiştên din ên teknîkî şikandin. Her wiha endamên Tevgera Azadî jî derb kirin.

Piştî demekê, hêzên Asayîşê hatin cihê bûyerê û kom hinekî ji avahiyê bi dûr xist, lê mudaxele nekir. Êrişkar jî heta nêzî 2 saetan li derdora avahiyê man û hewl dan ku êrişên xwe bidomînin.

Hevseroka Tevgerê hat cihê bûyerê

Li ser êrişê, Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî Şîlan Şakir û rêveber hatin navendê. Li vir Şîlan Şakir têkildarî mijarê agahî da û nerazîbûn nîşan da.

Şîlan Şakir, êriş bi tundî şermezar kir û got, ev êrişeke nemirovî, neyasayî ye. Şîlan Şakir da zanîn ku di êrişê de ziyaneke mezin a maddî li avahiyê çêbûye û çend hevalên wan hatine derbkirin.

   

Dema êrişê cihê gumanê ye

Şîlan Şakir diyar kir ku ew nizanin koma êrişkar kî ye û ew jî niha lêdikolin da ku zanibin ev kom kî ye yan jî, ji aliyê kê ve hatiye organîzekirin. Şîlan Şakir bal kişand ser wê yekê ku ew di wê baweriyê de ne ku koma êrişkar bi serê xwe nehayite, ji aliyê hinek kes yan jî derdoran ve hatiye arastekirin.

Hevseroka Tevgera Azadî îşaret bi wê yekê kir ku propagandaya hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê tê kirin û behsa aramî, ewlekarî û demokrasiyê tê kirin, li cihekî wekî Silêmaniyê êrişeke wiha cihê gumanê ye.

Pêwîst e asayîş daxuyaniyê bide

Şîlan Şakir destnîşan kir ku di dema êrişê de hêzên Asayîşê bêhtir temaşe kirine û got, “Li Silêmaniyê navendên gelek partî û rêxistinên sivîl hene û hemû ji aliyê asayîşê ve tên parastin. Tevgera Azadî jî partiyeke siyasî û yasayî ye ku hatiye qebûlkirin. Partiyeke fermî ye. Lê li hemberî vê êrişa li ser partiya me, hêzên asayîşê tenê temaşe kirine û mudaxeleya pêwîst nekiriye. Lêkolîna me ya li ser vê mijarê wê bidome. Pêwîst e asayîş jî têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide ku endamên Tevgerê jî bi wê îqna bibin.”

Kê organîze kir û asayîş çima bêdeng ma?

Şîlan Şakir got, di vê êrişê de 2 xalên ji bo wan mijara lêkolînê, hene: “Mijara yekemîn ew e ku ev kom ji aliyê kê ve hatiye organîzekirin. Xala duyem jî ew e ka hêzên asayîşê çima li beramberî êrişê bêdeng mane."

Nexwe em ê xwe biparêzin

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir, derbirî ku erka asayîşê parastin e, lê heger ew vê erka xwe pêk neyînê, ew wekî Tevgera Azadî mecbûr in parastina xwe bikin. Şîlan Şakir di dawiya gotinên xwe de destnîşan kir ku ev êriş li pêşiya xebata wan nabin asteng û ew ê karê xwe bi awayê bihêztir bidomînin. 

 

SILÊMANÎ/ROJNEWS