Navendê di derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di 1’ê Mijdarê de çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundê Hûmeyra ya li başûrê bajaroka Silûk a giredayî Girê Spî êrîşek lidar xistin. Navendê ragihand ku di nava vî şerî de 2 çeteyan xwestin çalakiya xwekujî pêk bînin, lê bi saya tedbîrên hêzên YPG êrîşa çeteyan vala hete derxistin. Navenda ragihan ku di encama vî şerî de tevî 7 termên çeteyan 6 kleş, 1 BKC, 1 M16, 10 bombeya destan û 3 rextên texemenî barkirî hatine desteserkirin.
3 şervanên YPG/YPJ jiyana xwe ji dest da
YPG nasnameyên 3 şervanên YPG/YPJ ku di pevçûnên li herêma Holê de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kirin.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: Operesyona ku li başurê Hesekê tê meşandin li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bi rêbazekî serkeftî dewam dike. Di van operesyonan de hevalên me bi navê Mehmet Birgul binasnav Aram Amed, Ozlem Gun binasnav Vejîn Botan û Abdulkerîm Ebo Bekir binasnav Cudî Qamişlo bi qehremanî şer kirin û gihîştin asta şehadetê. Em wekî YPG’ê û YPJ’ê her tim soza şopandina xeta berxwedanê didin û em ê dewam bikin.”
HESEKÊ