Cîgirê Wezîrê Perwerdeyê ya herêma Cizîrê Hisên Şawîş derbarê êrîşên ku çeteyên DAIŞ'ê tînin ser herêma Kobanê de, ji ANHA´yê re axivî. Şawîş diyar kir ku armanca êrîşan bi 2'emîn salvagera şoreşa 19'ê Tîrmehê re hemwext in û wiha got: "Kobanê di aliyê belavkirina çanda demokratîk de xwedî kesayeta pêşeng e. Çete bi piştgiriya hêzên tarî êrîş dikin, hewl didin ku bi riya şikandina vê kesayetê vîna gelê Kurd têk bibin. Şawîş, di axaftina xwe de diyar kir ku bi rasthatina 2'emîn salvegera şereşa 19'ê Tîrmehê re êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hember şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk zêde dibin û da zanîn ku armanca çeteyên DAIŞ'ê derxistina tevlîhevî, dijminahî û şerê navxweyî di navbera pêkhate, netew û baweriyên Rojavayê ye.


Ji sîstema demokratîk ditirsin

Şawîş, axaftina xwe wiha domand: ‫"‬Têkbirin û tunekirina destkeftiyên demokratîk ên pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Kildan, Çeçen û Turkmen ên ku di Şoreşa Rojava de bi dest xistine, armanca sereke ya êrîşên ku tên ser herêmê ne. Di dema ku şoreşa Sûriyeyê ji riya xwe derket, Şoreşa Rojava veguherî çavkaniyeke şoreşgerî û demokratîk ji gelên herêmê re û gelên Rojava karibûn di çarçoveya şoreşa Sûriyê de destkeftiyên demokratîk û şoreşgerî bi dest bixin‫"‬.

Çima Kobanê?

Derbarê êrîşên ku çeteyên DAIŞ`ê tînin ser herêma Kobanê û sedemên êrîşan de, Şawîş wiha axivî: ‫"‬Di heman wextên ku gelê Kurd 2`emîn salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê pêşwazî dike, çeteyên DAIŞ`ê êrîşî herêma Kobanê dikin. Kobanê çavkaniya berxwedanê ye, ew pira di navbera herêma Efrîn û Cizîrê ye û roleke xwe ya girîng di belavkirina çanda demokratîk li herêmên Sûriyê heye, li dora wê Cerablus dikeve rojava, Tilebyed li rojhilat û Reqa li başûrê wê ye. Ji bo van hemuyan hêzên cîhanî û herêmî ji bo têkbirina vê şoreşê DAIŞ û hêzên din ên tarî dişînin ser herêmê‫"‬.

Êriş pîlaneke navnetewî ye

Şawîş, di nava axaftina xwe de diyar kir ku pîlanek cîhanî heye û destê hemû hêzên paşverû û yên li hember şoreşê li Rojhilata Navîn di nav de heye û wiha pê de çû: ‫"‬herêma Kobanê ji aliyê firehiyê ve biçûke û tê zanîn jî tu xêrûbêrên bin erd tê de tune ne, lê belê li Kobanê rihê berxwedanê, rihê azadiyê û nimûneya rêveberiya xweseriya demokratîk heye. Eva dawîn ji her tiştî pêwîstire ew hêz baş wateya pêşketina tecrubeya demokratîk a vê projeyê dizanin û ji bo wê armanc dikin di riya têkbirina Kobanê de projeya rêveberiyê têk bibin‫"‬.

Şoreşa Rojava nimuneye

Şawîş, şoreşa Rojava wek mucîzeyekê bi nav kir û wiha axivî: ‫"‬Di vê xaknîgara teng de û bi defetên kêm gelê rojava li hember mezintirîn hêzên cîhanê ku DAIŞ`ê dişînin ser herêmên me li ber xwe didin. niha DAIŞ di êrîşên xwe de destekdayîna Qeter, Seûdî û Turkiyê dibîne, li nexweşxaneya Kilis 40 bijîşk tenê ji bo dermankirina çeteyên DAIŞ`ê dixebitin ji bo vê piştgiriya Qeter, Seûdî û Emêrîka ji wan koman re ne veşartî ye. Pêwîste bi hemû rengan piştgiriya şoreşa Rojava bê kirin. Şawîş, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû hêzên demokrat kir ku ji aliyê siyasî, dîblomasî, şênber û razber de piştgiriya berxwedana ku li Kobanê tê nîşandan bikin."

ANHA/AMÛDÊ




50 çete hatin kuştin

Li herêma Kobanê di 2’yê tîrmehê de komên çete yên DAIŞ’ê êrîşî gundan kirin û ev êrîşên wan hîn jî li gelek cihan dom dikin. Di şer û pevçûnên li gundê Çarqilê yê rojhilatê herêma Kobanê de zêdetirî 50 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û du tankên çeteyan hatin rûxandin. Ji 8'ê Tîrmehê ve li rojhilatê herêma Kobanê di navbera şervanên YPG' û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûn didomin. Çete bi hemû hêz û çekên xwe yên giran êrîşî herêmê dikin. Li gundê Çarqilê yê rojhilat, pevçûnên dijwar di navbera herdu aliyan de derketin. Heta niha zêdetirî 50 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û tankên çeteyan jî hatine rûxandin. Çavkaniyan diyar kirin ku yek ji herdu tankên hatine rûxandin ji cureyê pêşketî bûn. Çeteyên DAIŞ'ê bi tank û topan gundê Kobirlek topbaran kirin û di encamê de ziyanên madî çêbûn. Li gundên rojhilatê herêma Kobanê şer û pevçûn dewam dikin. 

ANHA/KOBANÊ