Zelal Ceger:Dewleta Tirk xwe li hemberî vîna gelê herêmê ranagire. Ji bo têkbirina destketiyên gelan her cûreyên êrişan xistin dewrê.Dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin.Morala gel bilind e, ji bo parastina destketiyên xwe amade ye.
Gefxwarina dewleta Tirk di bin navê herêma ewle li dijî Rojava û Rojhilatê Sûrî de dewam dike. Helwest û nerazîbêna xelkê herêmê û aliyên siyasî jî dewam dikin. Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zelal Ceger der barê rewşa siyasî û rêxistnî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gefxwarin û êrişên dewleta Tirk li ser herêmê û pespektîfên Rêber Abdullah Ocalan de peyivî.
Zelal Ceger di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser hewildanên dewleta Tirk a dagirker a di bin navê ewlehiya sînor de û got: ”Dewleta Tirk xwe li hemberî vîna gelê herêmê ranagire. Ji bo têkbirina destketiyên gelan her cûreyên êrişan xistin dewrê. Dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin. Îro çavê her kesî li ser li ser herêma me ye, bi taybetî dewleta Tirk dixwaze bi gefxwarinê li ser herêma me û di nava gelê me de metirsiyê çêke. Tehdîdên dewleta Tirk vîna gelê me naçewisîne, berovajî vê gel di tevgera parastina destketiyên şoreşê de ye. Morala gel bilind e, ji bo parastina destketiyên xwe amade ye. Ev cihê rûmetê ye, her çiqasî tehdîd û gefxwarin mezin bin jî têkoşîna gelê me li hember wê xurtir dibe, serkeftina herî mezin jî ev e.”
Li dijî hebûn û vîna kurdan e
Zelal Ceger di dewama nirxandinên xwe de li ser armancên dewleta Tirk û gefxwarinên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî wiha got: “Dewleta Tirk pîlanên wê li ser dagirkirina herêmên me hene, ji ber ku naxwaze hebûneke kurdan li ser erdê hebê. Êrişên dewleta Tirk mijarên nîqaşê ne. Herî dawiyê Emerîka ket dewrê û di navbera QSD’ê û Tirkiyê de navbêntî kir. Ji ber ku her kes baş dizane di şerê cîhanê yê sêyemîn de Emerîka di navendê de cih digire. Bi hezaran çeteyên DAIŞ‘ê û malbatên wan di destê me de ne û li benda darizandinê ne. Di vê navberê de bangawaziya Rêveberiya Xweser ji bo dadkirina van çeteyan bangewaziyeke cidiye û divê daxwaziyên wan pêk werin.”
Yekîtiya axa Sûriyeyê tê parçekirin
Zelal Ceger qala şoreşa gelê herême jî kir û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk bi hinceta herêma ewle dixwaze derbasî Bakurê Sûriyê bibe destketî û şoreşa gelên herêmê têk bibê. Çima herêma ewle wê li welatê me çêbibe? Kurdan ti zerar nedaye sînorê Tirkiyeyê, berovajî wê Tirkiyê zerarê dide me. Dewleta Tirk bi hezaran komên çekdar derbasî herêmên me dikir û di bin sîwana terora DAIŞ’ê de şer li hember me dida meşandin. Ev hemû li ber çavê dewletên cîhanê qewimî, lê dîsa her kes li hember hovîtiya dewleta Tirk bê deng dimînin. Eger herêma ewle were çêkirin bila di her dû sînoran de werin çêkirin. Armanca dewleta Tirk diyar e, ew naxwaze ewlehiyê bipejrîne, ew dixwaze sînorên dagirkeriya xwe fereh bike.Divê destûr ji Tirkiyê re neyê dayîn. Dagirkeriya Tirk nexşeya netewa demokatîk û hevgirtina gelan dike hedef. Derbasbûna dewleta Tirk a nava Sûriyê yekîtiya axa Sûriyê parçe dike.”
Divê aştiyeke mayinde esas be
Hevseroka Tev-Dem´ê Zelal Ceger di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtinên herî dawiyê bi Rêber Abdullah Ocalan re û got: “Di hevdîtinên herî dawiyê yên bi Rêber Ocalan re hatin çêkirin, diyar e ku Rêber Apo dîsa careke din rêyên çareseriyê dide pêşiya me da ku çareseriyeke mayinde di Sûriyê de were çêkirin. Tecrîdkirina mirovekî bi vî awayî ne li gorî exlaq û pîvanên mirovahiyê ye. Her kes dizane bêyî perspektîfên Rêber Ocalan wê alozî kûr û dijwartir bibe. Nêrînên rêbertî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê nêrînên bi nirx û rûmetin. Ji bo aştiyeke mayînde were çêkirin, divê perspektîvên Rêber Ocalan esas werin girtin.”
JINNEWS /QAMIŞLO