
Ji YPG çalakiya fedaî
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li eniya başûr pevçûnên dijwar qewimîne û bi berxwedaneke lehegnî derbên giran li çeteyan hatine xistin. Di vê derbarê de ev agahî hat dayîn: "Li hember çeteyên ku dixwestin di eniya başûr de bi pêş ve biçin, li nêzî gundê Gewrî çalakiyeke fedaî hatiye pekanîn. Tîmekî me ya fedaî ya ku ji 5 rêhevalê me pek dihat ketin nava çeteyên bi şeklekî kom disekinîn, li vir demek direj pevçûn û derbên giran li çeteyan xistin. Bi qasî ku hatiye zelal kirin di vê çalakiyê de herî kêm 29 çete hatine kuştin. Di encama çalakiyê de 5 rêhevalê me yê fedaî gihiştin şehadetê. Hêzên me li hember êrîşên çeteyan ên li gundên Ziravik û Bêrxbatan ku li heman eniyê ne, bi çalakiyan bersiv dan. Piştî van çalakiyan li qadê pevçûn hat jiyîn. Bi qasî ku hatiye zelalkirin di pevçûn û çalakiyan de 23 çete hatine kuştin. Hêzên me li gundê Sistik jî çalakiyek lidarxistin. Bi qasî hatiye zelal kirin di çalakiyê de 8 çete hatine kuştin. Li gundê Şêx Cuma yê li eniya başûr e, çalakiyêk hatiye lidarxistin û bi dehan çete hatin kuştin. Piştî di vê çalakî de 2 hevalên me ji yekîneyên xwe qût bûn. Li eniya rojavayê Kobanê jî bi roj û şev êrîşên çeteyan rû dan, lê hemû li qadan derb li çeteyan hatiye xistin û bi dehan çete hatine kuştin."
ANHA/KOBANÊ