31´ê Adara bihurî li bajarê Ingilistyanê Longonê, li semta Croydonê, xwendekarekî ji Rojhilatê Kurdistanê ê 17 salî rastî êrîşa 3 kesan hat û di encamê de bi giranî birîndar bû û birînên daîmî li ser bedena wî man.

Di dadgehkirina êrîşkaran de juriya dadgehê, her sê êrîşkar sûcdar dîtin. Xwendekarê bi navê Reker Ahmed, ji ber êrîşa nîvê şeva 31´ê Adara bihurî, xwîn çû ser mejiyê wî, birînên giran li ser rûyê wî û serê wî man.

Êrîşkar George Walder ê 23 û Lliam Neylon 19 salî hatin cezakirin ji ber du sûcên xerakirina nîzam û aştiyê, û birîndarkirina giran a mirovî hatin mehkûmkirin; Kurt Killick ê 18 salî jî ji ber du sûcên xerakirina nîzam û aştiyê hat mehkûmkirin.

Dadgehê 6 hefteyan dewam kir û bi dîmenên kamerayên giştî yên kontrolê beşdariya êrîşê ya her sê kesan hatibû piştrastkirin. 


LONDON