Meclîsa Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya Germiyan diyar kir ku aloziya li Xurmatû di çarçoveya planeke navneteweyî û welatên dagirker de ye û hikûmeta Iraqê û Rejîma Îranê dixwazin di bin navê Heşd El Şeebî de êrîşî Kurdan bikin.
Meclîsa Tevgera Azadî ya Herêma Germiyanê li ser rewşa dawî ya li Xurmatû daxuyaniyek da û da zanîn ku tişta li Xurmatû diqewime encama planên dagirkeran e û weha dewam kir: "Di çarçoveya vê planê de li dijî her çar parçeyên Kurdistanê hewldana komkujiyê heye. Dewleta faşîst a Tirk li Bakurê Kurdistanê komkujiyê pêk tîne. Bi heman şêwazê bi topan êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike. Gef û êrîşên rejîma Esad li Rojava dewam dikin û li Başûr jî rejîma Îranê du welatparêzên Kurd qetil kirin."
Di daxuyaniya Tevgera Azadî de bal hat kişandinî ser aloziyên li Xurmatû yên di navbera hêzên Pêşmerge û Heşd El Şeebî de û hat gotin, hikûmeta Iraqê û Rejîma Îranê dixwazin di bin navê Heşd El Şeebî de êrîşî Kurdan bikin.
‘Aloziya li Xurmatû di çarçoveya planeke dagirker de ye’
Daxuyaniya Tevgera Azadî zêde dike ku dagirker li ser komkujiya Kurdan li hemû parçeyan li hev kirine û weha tê gotin: "Aloziya li Xurmatû di çarçoveya planeke navnetewî û welatên dagirker de ye. Mixabin aliyên Kurd li ser aloziya li Xurmatû xwedî yek helwêst nînin. Nûnerên Kurd li Bexdayê jî nekarîn çarenûsa Xurmatû û hemû herêmên li gorî madeya 140 zelal bikin. Herweha nekarîn zemînên jiyaneke bi aştî û bihevre li herêmê ava bikin."
Tevgera Azadî behsa dewlemendiya pêkhateyên li Xurmatû dike û weha dewam dike: "Li Xurmatû gelek neteweyên wek Kurd, Ereb û Tirkmen hene. Heta ku di navbera pêkhateyên li vir de alozî hebe, wê ewqasî li gorî berjewendiyên welatên derve be. Ji bo wê jî pêwîst e ku gelê Kurd xwedî yek helwêstê be."
Di dawiya daxuyaniya Meclîsa Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya herêma Germiyanê de banga yekîtiyê li hêzên Kurdî tê kirin û tê gotin: "Divê demekê ji ya din zûtir, Kurd ji bo yekîtiyeke mayînde Kongreya Neteweyî çêkin. Her weha nûnerên Kurd li Bexdayê berjewen- diyên hizbî daynin aliyekî û bibin nûnerê rastî yê gel. Ji bo navçeyên ku nakokî li ser wan hene, bikevin nava liv û tevgerê.”
GERMIYAN
Derewên Bereya Tirkmen li ser PKK´ê
Parlamenterê Kurd ê Iraqê Şivan Dawidî bersiv da daxuyaniya bereya Tirkmen ku gotibû PKK sedema pirsgirêkên Xurmatû ye. Dawidî got, "Ti bingeha van îdîayan nîne û ev yek pêkanîna planên Tirkiyeyê ye."
Parlamenterê bajarê Kerkûkê li parlamena Iraqê Şivan Dawudî ji ajansa nûçeyan RojNews re axivî û bersiv da îdîayên Serokê Bereya Tirkmen ên li ser PKK’ê û got, "Ji berê ve rewşa Xurmatû şaş hatiye nirxandin. Di berjewendiyê Kurdan de nîne ku di mijara Xurmatû de gavê paş ve bavêjin. Lê ev yek bi şer jî çareser nabe. Ji bo wê jî pêwîst e bi rêyên siyasî çareser bibe.”
‘Me Kurdan rewşa Xurmatû şaş nirxand’
Şivan Dawudî diyar kir ku 4 parlamenterên Iraqê hene ji Xurmatû ku sê ji wan Tirkmen û yê din jî Ereb e û Kurd jî tinene û weha pêde çû: “Ev yek di encama nirxandina şaş a Kurdan ji rewşa Xurmatû ye. Ji bo wê em bixwe berpirsên van şaşiyan in. Niha herêmên Sune ketine bin destê Heşd El Şeebî ku ev yek jî li gorî berjewendiyên me Kurdan nîne.”
Li ser pirsa sedema derketina aloziyê jî Dawidî got, “Divê aliyên siyasî yên Kurd bi awayekî cidî dest bavêjin pirsgirêkê. Hinek kes berjewendiyên xwe di kûrkirina pirsgirêkan de dibînin.”
Li ser îdîayên Serokê Bereya Tirkmen, Eşed Salihî ku gotibû PKK sedema pirsgirêkên li Xurmatû ye jî Dawidî got, “Îran û Tirkiye dixwazin hevsengiya berjewendiyan li Xurmatû li gorî xwe çêkin. Eşed Salihî planên Tirkan bi cih dike, ji bo wê jî PKK’ê tewanbar nîşan dide. Ti bingeha gotinên Salihî nîne û vala diaxive. Ti elaqeya PKK’ê bi aloziyên li Xurmatû re nîne.”
KERKÛK