Hevdîtina Şêwirî ku li ser vexwendnameya Meclîsa Sûreyeya Demokratîk (MSD) tê lidarxistin, doh danê sibehê li salona Beylesan li navçeya Amudê bi beşdariya hemû saziyên civaka sivîl, siyasî û êlan, dest pê kir.
Axaftina destpêkê ji aliyê Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed ve hat kirin. Ehmed bi bîr xist ku aloziya Sûriyeyê di sala xwe ya heftan de ye û heta niha ti çareseriyên siyasî ne diyar in û wiha pê de çû, “Rêjîm dixwaze çarseriya eskerî bi pêş bike û ti gavan ber bi çarseriyeke demokratîk ve naavêje.”
Hevseroka MSD`ê da zanîn ku li Bakurê Sûriyeyê rê li ber destwerdanên derve hat girtin û ji derfetên heyî gav ber bi sîstema federaliya demokratîk a Sûriyê ve hatin avêtin. Îlham Ehmed destnîşan kir ku Koalîsyona Sûrî û komên wê yên çekdar biryarên xwe li gorî berjewendiyên hêzên herêmê girtin û bi hêzên terorî weke El-Nusra re bûn hevkar, lewma hemû hewldanên çareserkirinê yên navneteweyî bi bin ketin.
Der barê projeya xwe de, Hevseroka MSD`ê got, wan nihêrîna xwe derbarê çareseriya Sûriyê de pêşniyaz kiriye û li gorî wan Sûriyeya demokratîk bi desthildariya navendî pêk nayê.
Li xakên azad civîn
Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji bilî lidarxistina civînan li dervayî welêt, pêwîst e civîn li xakên rizgarkirî yê Sûriyeyê bên lidarxistin û ev yek dê gaveke dîrokî û girîng be.”
Paşê derbarê xala yekemîn a hevdîtinê de nîqaşan destpê kir û tê de metirsiyên Tirkiye û Îran û hemû aliyên li Sûriyeyê ji pêkanîna Projeya Federaliya Demokratîk de hatin goftugokirin.
ANHA/AMÛDÊ