Navenda Piştevaniya Derûnî û Perwerdehiya Jinê (EPİDEM), bi boneya jinê di mekanizmaya biryarê de bêtir bi hêz bike û keda wê bide xuyakirin 2 mehan xebat meşand û meclis avakir. Meclisa ku hat avakirin ji 2 berdevk, yek hesapgir bi tevahî ji 18 jinen ku li saziyê xwedî derkeve pêktê. Meclisa ku bi boneya vîn, hêz û rengê jinê bêtir bide xuyakirin û di civakê de bike xwedî gotin û hêz dê di qada aborî siyasî, civakî û kedê de xebatê bimeşîne.


'Bi xwebariya jinê bêtir bû'

Berdevkê Meclisa Jinê ya Şemsileran Sureyya Turan, diyar kir ku ew dê ligel jinên li taxê dijîn bi hevre biryaran û plansaziyan çêkin û wiha got: "Em dê bi hevre projeyan çêkin û em dê bi hevre pirsgirêkan çareser bikin. Pişti meclis li taxê hat avakirin û jin bi hev dan naskirin têkiliya jinê û hêza jinê bêtir xurt bû. Dê êdî hemû pirsgirêk bi destê jinê çareser bibin. Em wekî meclisa tawxê xwedî erk û gotinin ku hemû pirsgirêkên jinê yên taxê çareser bikin. Bi avakirina meclisê xwe baweriya jinê bêtir xurt bû. Em dê bi vê meclisê li dijî hemû tacîz û tecawizê derkevin. Em dê destûr nedin ku ev pêkanînên li dijî sincê pêş bikevin."

'Jin dê dest bidin hev'
Endama Meclisa Jinê ya Şemsilerê Remziye Temiz, jî anî ziman ku jinên taxê dest dan hev û dê bi hevre pirsgirêkên taxê çareser bikin û bi hevre ji pirsgirêkan re çareseriyê ava bikin. Temiz, xwest hemû jinên din jî dest bidin wan û bi hevre tev bigerin. Endama Meclisa Jinê Azize Patnos, anî ziman ku hemû jin li taxê di nava yekîtî û tifaqê dene û dê destûr nedin ku kes vê yekitiya wan xera bike. Endamên Meclisa Jinê Arife Kaya û Tevrat Kurt jî bal kişandin ser projeyên jinê û anîn ziman ku piştî meclis li taxê avakirin projeya wan a ewil avakirina "Mala Tenûrê" ye. Jinan anîn ziman ku li taxa wan firin tune û dê Mala Tenûrê ava bikin û pêdiviya hemû nanê taxê ji vê tenûrê peyda bikin. Jinan da zanîn ku dê hem çanda tenûrê pêş bixin û hem jîn dê karibin li ser piyên xwe rawestin û di nava yekîtyê de bin.
Xebatkara EPİDEM'ê Neslihan Başak jî anî ziman ku li taxên din ên girêdayî Yenişehirê jî heman xebat û projeyan bimeşînin û hewl bidin ku jinan li taxan bikin xwedî hêz û vîna çareseriyê. Başak da zanîn ku ew dê proyên din bi hevre pêş bixin û bi hevre têxin meriyetê.


MELTEM OKTAY/DÎHA/AMED