
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed, li ser şerê li Bakurê Kurdistanê axivî. Amed da xuyakirin, ku di roja îro de Erdogan dixwaze rejîma Qesrê ava bike, dengên cuda yên li nava dewletê û AKP’ê beralî bike û bi tena serê xwe bibe dîktatorek. Amed got, “Di heman demê de dixwaze gelê Kurd û nirxên vî gelî bi hovîtiyeke mezin ji holê rake, qir bike û bi vî rengî planên xwe pêk bîne. Bi slogana yek milet, yek al, yek ziman, yek ol, zîhniyeta xwe ya tekparêz radixe pêş çavan.”
Amed bal kişand ser êrîşên li hemberî gelê Kurd, tevgera azadiyê ya Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku di 24’ê Tîrmeha 2015’an de destpê kirin û got; “Bêguman bi pêşengiya tevgera me ya azadiyê, gelê me bi ruhê pêngava 1’ê Hezîranê bersiv da van êrîşan û di serî de li bajarên Kurdistanê, li her qadê têkoşîneke xurt a berxwedanê nîşan da. Bi hêza xwe, hêza azad û çareseriya serbixwe nîşan da. Asta berxwedana bêhempa ya gel û tevgear me nîşan da, rûyê rastî yê Erdogan raxist pêş çavan. Erdogan bi van polîtîkayan ve, dawî li xwe tîne.”
‘Erdogan mehkûmî têkçûnê ye’
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Star da zanîn, ku Erdogan û hikûmeta wî di têkoşîna li dijî tevgera azadiyê ya Kurd de ji piştgiriya derve û hundirê Tirkiyeyê bawer dike û ev nirxandin kir: “Lêgerîna hikûmeta Erdogan a li derve û hundir a ji bo peydakirina destekê, nîşaneya qelsî û têkçûna li pêşberî tevgera me ye. Bi desteka ji her alî wergirtî re hewl dide vê qelsî û têkçûna xwe binixumîne. Lê ev hewldaneke pûç e. Çawa ku Erdogan di vê dma têkoşînê de bi destê xwe hikûmeta Davûtoglû ji hev belav kir, di heman demê de têkçûna xwe jî nêz kir. Erdogan jî wê li pêşberî tevgera me têk biçe û nikaribe xwe ji vê têkçûnê rizgar bike.”
‘Rêya bi tenê berxwedan û têkoşîn e’
Fermandar Amed da zanîn, ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve şerê tê meşandin meşrû û mafdar e û got, “Li hemberî vê hewldana tesfiyeyê, ji bilî bilindkirina têkoşînê û berxwedanê ti rê ji me re nehat hiştin. Ev yek hem çareseriya me bi xwe ye, hem jî li dijî polîtîkayên qirkirin û wehşetê, têkoşîna parastina hebûna xwe ye. Gelê me ku jiyana azad mafê xwe ye, wê ji vê yekê ti carî venegere. Hêza bingehîn a em xwe dispêrin, hêza me bi xwe ye, hêza berxwedanê ya Rêberê me, gelê me û gerîlayên me ye.”
Delal Amed li ser bêdengiya cîhanê ya li dij hovîtiya AKP’ê jî wiha got, “Wehşeta hikûmeta Erdogan dike, li pêş çavên tevahiya cîhanê tê kirin. Bêdengiya mirovahiyê ya li pêşberî vê hovîtiyê, şerma mirovahiyê ye. Bagn li hemû hêzên demokratîk dikim, ku bi berpirsyarî nêzî polîtîkayên qirkirin-komkujiyê yên li Kurdistanê tên kirin, bibin.”
‘Gerîla wê rola xwe bileyize’
Amed destnîşan kir, gerîlayên Kurdistanê li hemberî êrîşên tinekirinê yên di 24’ê Tîrmehê de destpêkirin; xwe, gelê xwe û nirxên xwe parastine û got, “Hêzên me yên gerîla ji bo beralîkirina êrîşên dijmin ên li hemberî berxwedana xwerêveberiyê ya gelê me, hem li qada bejahî hem jî li nava bajaran ketiye nava çalakiyeke aktîf. Hişmendiya parastinê ya di nava gelê me de bi vê rola gerîla afirî, li hemberî êrîşên dijmin, ji bo parastina xwe û qadên xwe, rêxistinbûyîna xwe û hêzên berxwedanê yên YPS’ê xurt kiriye. Gerîlayên me yên Kurdistanê di vê pêvajoya têkoşînê de bi rola xwe ya pêşengiyê rabûne û wê ji niha û pê ve jî erka bi ser xistina têkoşînê bi cih bînin.
Delal Amed da xuyakirin, ku hikûmeta Erdogan li dijî gelê Kurd ne tenê li Bakurê Kurdistanê şer dike, li parçeyên din ên Kurdistanê jî vî şerê xwe dimeşîne. Amed da zanîn, polîtîkayên qirkirinê yên hikûmeta Erdogan wê werin pûçkirin û got, “Çareseriya xweseriya demokratîk û serbixwe, ku projeya çareseriya gelê me ye, wê bi cih were anîn.”
‘Şer sînorê Kurdistanê derbas kiriye’
Fermandar Delal Amed ragihand, dewleta Tirk dixwaze berdêla vî şerî bi erdnîgariya Kurdistanê û gelê Kurd bide dayîn û got, “Lê belê asta ku ev şer gihaştiye, sînorên Kurdistanê derbas kiriye. Em di pêvajoyeke welê de ne, ku hêzên me yên gerîla wê li erdnîgariya Tirkiyeyê hem li qadên bejahî hem jî li nava bajaran li dijî hêzên dewletê têbikoşin. Çalakiyên heta niha ji aliyê hêzên me ve li Tirkiyeyê hatin kirin, vê yekê nîşan didin. Di heman demê de têkoşîna li eniya hevpar şoreşgerên Tirkiyeyê ya di bin sîwana Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan, pêngaveke nû ye. Bila dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan vê baş zanibin; agirê wan li Kurdistanê dadan e wê geş bibe û bi her devera Tirkiyeyê bikeve.”
ANF/BEHDÎNAN