Saziya humanîter a alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê ku di sala 1993’an hate damezrandin, her tim hewl da li gorî derfetên xwe yên kêm, destê alîkariyê dirêjî kesên muhtaç bike. Destpêkê ji ber kambaxiya rewşa li Bakurê Kurdistanê, Heyva Sor piraniya alîkariyên berhevdikir, ji bo Bakûrê Kurdistanê dişandin. Lê ji bi sala 2012’an re, ango bi destpêkirina aloziya li Sûriyeyê ku ji nêz ve bandora xwe ya neyênî li Rojavayê Kurdistanê kir, saziya Heyva Sor hemû derfetên xwe ji bo gelên li Rojava (Kurd, Ereb, Xirstiyan) seferber kir.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê radigihîne ku di nava sê salên dawî de, bi buhayê 7 mîlyon Euro Ambulans, derman û pêdiviyên jiyanê şandine hemû herêmên Rojava. Her wiha ji Efrîn heta Dêrikê, alîkariyên qurbanê yên di 3 salên dawî de hatin berhevkirin, li welatiyan hatin belavkirin.


Alîkariya periyodîk

Li ser mijara Şengalê jî, ji xwe xebatên Heyva Sor a Kurdistanê bi awayekî peryodîk dewam dikin. Herî dawî ambulansek û nexweşxaneyek gerok tije derman û alavên tendurustiyê ji bo Çiyayê Şengalê hatiye şandin.

Ji xwe bi destpêkirina êrîşên li dijî Şengal û Kobanê, Heyva  Sor a Kurdistanê pêdiviyên wargehên penaberan yên li Bakurê Kurdistanê jî, li gorî derfetên xwe bicih anîne. Li gorî vê yekê ji bo wargehên Riha, Şirnex, Amed û Mêrdînê 1700 konên malbatî hatin şandin.


Xebatên xwe berfireh kirin

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê radigihîne ku ji bo pêşwazîkirina pêwistiyên mexdûrê êrîşên mezin ên li ser Şengalê û Kobanê, wan jî xebatên xwe du qatan zêdetir kirine û ev agahî dan: "Di sala derbasbûyî bi taybet piştî dagirkirina herêma Şengalê û êrîşa mezin ya li dijî Kobanê, asta xebatên me yên ji bo Rojava 2 qat hatin zêdekirin. Di çarçoveya van xebatan de, gelek alîkarî ji bo van herdu herêman hatin şandin û hê jî bi awayekî periyodîk dewam dikin. Di nava 7 mehên sala 2014’an buhayê alîkariyên ku Heyva Sor a Kurdistanê şandin Kobanê û Şengalê ji 4 mîlyona Euro derbas bûn. Di rewşa heyî de jî, di navenda xebatên me de, hewldanên ji nûve avakirina Kobanê hene. Bi vê armancê kampanya bi navê “em birînên Kobanê derman bikin” birêve diçe û weke gava destpêkê gelek ambulans, nexweşxaneyek gerok û 400 ton pêdiviyên jiyanê ji bo Kobanê hatin şandin."


Projeya navenda tendûristiyê

Ji bilî alîkariyên lezgîn her wiha plan û projeyên dema navîn û demdirêj jî Heyva Sor a Kurdistanê dane ber xwe. Têkildarî mijarê pirsên me ji aliyê rêveberiya saziyê wiha bersivandin: " Wek tê zanîn 1’ê Tîrmehê li paytexa Belçîkayê Brukselê konferansa navneteweyî ya ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hat lidarxistin. Heyva Sor a Kurdistanê bi buhayê 500 hezar Euro projeyên avakirina navendên tendirûstiya gel û navenda rehablîtekirina zarokên ku dê yan jî bavê wan di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane, beşdarî konferansê bû. Li gorî vê yekê di rojên pêş me de wê hîmên van projeyan were danîn."


Dewleta Tirk alîkariyê asteng dike

Li gorî daneyên fermî yên rayedarên Kantona Kobanê û rêxistina civaka sivîl, ji ber êrîşa par ya DAIŞ’ê ji sedî 70 vî bajarê hatiye wêrankirin. Lewma di rewşa heyî de saziyên xizmeta civakî û tendurustiyê bi temamî hatine wêrankirin. Li gor rayedarên Heyva Sor a Kurdistanê ji ber astengiyên Dewleta Tirk alîkarî û derfetên heyî jî bi rêk û pêk nagihjin mexdûrên Rojava. Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê rewşê wiha rave dike: "Dema ku em astengiyên dewleta Tirk yên ji bo derbaskirina alîkariyan lê zêde bikin, zehmetiyên li Kobanê bi awayekî zelal derdikevin pêş. Ji ber vê çendê alîkariyên ku îro têne kirin, beşek pir kêm ya pêdiviyên welatiyan bicih tîne. Yanî ji ber kêmasiyên derman û navendên tendurustiyê hejmareke zêde ya welatiyên rastî êrîşan tên, tevî birînên wan yên sivik jî, jiyana xwe ji dest didin. Wekî din piştî azadkirina bajarokê Girê Sipî (Til Abyed), ev pêdivî zêdetir bûn."


Proje ji bo zarokên sêwî

Mîna şerê li her aliyê cîhanê li Rojayê Kurdistanê û Şengalê jî herî zêde zarok dibin mexdûrê şer û êrîşên hovane yên li dij Kurdan. Destavêtin, rehabîlite, perwerde û destavêtina pirsgirêkên zarokên dê û bavên xwe di şer de wenda kirine jî kareke ku Heyva Sor a Kurdistanê girîngiyê didiyê. Rayedarên saziyê ku ev mijar girtine rojeva xwe van agahiyan didin: " Ji bo mijara zarokên ku ji ber êrîşan sêwî mane, projeya avakirina navenda rehablîtekirinê û perwerdeya civakî, yek ji xebatên me yên bîngehîn e."


Fitre û zekat ji bo Rojava û Şengalê


Bi nêzîkbûna Cejna Ramazanê re hestên hevkarî, piştgirî û alîkariyê di nava gelê Kurd de jî bilind dibin. Heyva Sor a Kurdistanê bang li Kurdên li Ewropa û derveyî welat dijîn, dike ku Cejna Ramazanê wergerînin wesîleya xurtirkirina hevkariya bi Rojava re û ev peyam da: "Weke her salê, îsal jî Heyva Sor a Kurdistanê fitre û zekatên werin berhevkirin wê ji bo welatiyên Kobanê û Girê Spî re bişîne. Bê gûman heta niha Kurdistaniyên li Ewrûpa û bi taybet yên li Almanyayê, derbarê rewşa Rojava û Şengalê de bi hestyariyeke mezin tevgeriyan, lê divê baş were zanîn ku pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê, ev erka mirovahî û exlaqî ya Kurdistaniyê zêdetir kiriye. Ji ber vê çendê îro bi hezaran zarokên Kobanê yên warên wan talan bûye, dê û bavên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane, li benda alîkariyên me ne. Lewma di vê her malbateke Kurd li Ewrûpayê bi têgeha ku zarokeke wan zêde ye tevbigerin û li vî zarokên xwe yê li Kobanê ji her demê zêdetir xwedî derkevin. Li ser vî esasî em divê tevlîbûna kampanya alîkariya ji bo Kobanê bi awayekî çalak birêve biçe û encamên baş werin bidestxistin da ku hêvî û bendewariyên zarokên Kobanê û Şengalê bicih werin."



LUQMAN GULDIVÊ / FRANKFURT