Ev dewreya ku 45 rojan dirêj kir, tê de waneyên leşkerî ramyarî û siyasî hatin stanin. Di merasîma bidawîkirina dewreyê de Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê Osman Şêx Hesen, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Mihemed Seyîd Yûsif, Serokê Desteya Parastinê Ebdo Îbrahîm, Cîgirê Hevserokê Meclîsa Rêveber Ebdulhemîd Mustefa, Seroka Desteya Jin Fatima Lekto, şervanên YPG, YPJ û bi dehan ji xizmên şervanan amade bûn.

Li qada akademiyê piştî deqeyeke rêzgirtinê, şervanên nû ku dewreya xwe bidawî kirine, toreneke leşkerî pêşkêş kirin. Piştre Ebdo Îbrahîm û Ebdulhemîd Mustefa axaftin kirin.

Di axaftinan de bidawîkirina vê dewreyê li tevahiya gelê kantona Efrînê hate pîrozkirin, her wiha erk û peywirên ku dikevin ser milê van şervanan hatin vegotin.

Paşê şervanên ku nû dewreya xwe bidawî kirine, sonda leşkerî xwarin û Koma Awazê Çiya hin ji stranên Kurdî û Erebî pêşkêş kir.

Di dawiyê de durişmeyên ku berxwedaniya Rojava silav dikin, hatin avêtin. 


ANHA /EFRÎN