Hêzên Erka Xweparastinê herî dawî 5’emîn perwerdeya leşkerî da  150 welatiyan. Vê dewrê 6 mehan dom kir û bi merasîmekê li Akademiya Til Bêder a Dirbêsiyê bi dawî bû.

Di merasîmê de cîgirên Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Ronahî Elî û Eblehed Gewriyê, Şêwermenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Heyfa Erebo û gelek rêveberên hêzên erka xweparastinê amade bûn.


'Erka xweparastinê ya herkesî ye'

Ronahî Elî di merasîmê de derbarê parastina welat de axivî û got ku beşdarbûna berxwedana li dijî çeteyan û parastina axa welat erka her kesî ye li herêmê û got: “Rola hêzên erka xweparastinê di berxwedana herêma Cizîrê de sereke bû û îspat kir ku ew dikare parastina herêmên xwe bike.”

Ronahî Elî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku leşkerên hêzên erka xweparastinê bi moralên bilind li rex şervanên YPG’ê û YPJ’ê li dijî çeteyan li ber xwe dan û hinan ji wan xwîna xwe fedayî axa xwe kirin.


'Beşdariya pêkhateyan nîşana hevgirtinê ye'

Di merasîmê de her wiha cîgirê Hevserokatiya Kantona Cizîrê Şêxmûs Mûsa bidawîkirina perwerdeyê li hemû erkdaran pîroz kir û ji wan re got: “Hûn niha têgeha biratiya gelan û jiyana hevbeş li herêmê diçespînin. Beşdarbûna hemû pêkhateyên herêmê di vê perwerdeyê de nîşana hevgirtina hemû pêkhateyan e.”

Di dawiya de rêveberên beşdarî merasîmê bûne, silava eskerî li mezûnan kir. 


 DIRBÊSIYÊ