Şande ji Serokê Meclîsa Şêwermendiyê Ebdulletîf Zewbei û endamên meclîsê Seîd Dixêm, Fazil Yûsif, Îsa Xelo, Îbrahîm Qeş Îbrahîm, Fadî Dawî, Ishaq Bihî û Fadî Qero pêk dihat.

Şande ji aliyê hevserokên herêmê Hediye Yûsif û Şêx Himêdî Deham û cîgirên hevserokan Şêxmûs Mûsa û Efram Ishaq û şêwermendê hevserokatiyê Mensûr Hec Mensûr hate pêşwazîkirin.

Piştî hevserokan bixêrhatina şandiyê kirin, Şêx Himêdî Deham derbarê êrîşên şeva Newrozê de peyivî û xwest hemû beşên civakê, êlên Ereb, Suryan û hemû pêkhateyên bajêr piştgirî û alîkariya gelê Kurd bikin.

Piştre Endamê Meclîsa Şêwermendiyê Seîd Dixêm derbarê kar û barên  meclîsê de hin agahî dan.

Di dawiya serdanê de hevseroka herêmê Hediye Yûsif axivî û got: “Êrîşên çeteyan piştî serkeftinên mezin ên herêmên Kobanê û Cizîrê ku tevahî rojeva cîhanê guhertine, pêk hatine. Ev yek jî nîşana têkçûna çeteyan e û tenê hewldaneke ji bo şikandina vîna azad a gelên Rojava ye.”

Yûsif di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyên rojavayê Kurdistanê kir ku ji bo parastina aramiya herêmê bixebitin û bi awayekî aktîf erka xweparastinê pêk bînin. 


 ANHA/GIRKÊ LEGÊ