Li tu dera cihanê wiha li ber çavên hemû mirovahiyê miroveke/î li ser sextekarî û neheqiyekê dest daniye ser mafê mirovan, xwediyê nav û dengeke wiha xirab wek berpirsiyarekî/e mafê mirovan nehatiye hilbijartin, yan jî nehatiye tayîn kirin. Ev çawa alman dibêjin, rasterast tişteke „getürkt“e, yan jî made in wîjdana AKP ye. Rûçikçarixan sor û morê hev jî nabin. Çawa ku sextekarî û dizî anor be!
Dad û edaleta dewleta tirk, serkariya AKP û îmana senteza tirk-islam ev sextekari ye. Yeka bê ku ji cihan û mirovbûna xwe şerm bike, li ber çavên hemû cihanê dest danîbe ser mafê parlemeteriya 80 000 kesî temsîl dike, bê gotineke din kalpazan e, çi karê wê di nava komisyona mafê mirovan de heye? Yan dixwazin bi alikariya wê mafê sextekaran, dizan, talankeran, kalpazanan biparêzin? Jixwe nivê parlementerên AKP yên bi navê dîn hatine hilbijartin ji wan mirovan pêk tê.
Wan bi vê biryara xwe ne tenê li hemberê Kurdan û vîna Kurdan bêrêzî kirine. Yan jî bi vî awayî bi anora gelê Kurd lîstiye, di rastiyê de yan jî di kesayetiya saziya mafê mirovan de li hemû mirovahiyê heqaret kirine. Wan bi vê biryara xwe ya zexel bi tevahiya dîn û baweriyan jî henekên xwe kirine. Minafiqtiyeke ji hemû guneh û xirabiyan wêdetir e.
Ev bê kêmasî rastî û xiniziya AKP’ê û seroken wan li ber çavan radixîne. Ev rûdan bi zelalî destnîşan dike ku wê her kirinên AKPê li gor vê zexeliyê bimeşe. Wê yasa û zagonên ew çêkin jî dê li gor vê biryara wana bêwîjdan û nemirovî be! Demoqrasiya ew jê fêm dikin jî demoqrasiya diz û tewanbaran e. Ji wê kesên ku hêviya xwe bi yasa û demoqrasiya ev partî tîne ve girêdaye, tenê xwe dixapînin.
Ev mijara Eronat li aliyekê rastiya dewleta tirk û helwesta wan ya li hemberê gelê Kurd û bindestan li ber çavan radixîne. Dewleta tirk di her demê de ji bo ku bikane anora mirov û gelan bişikîne, xwînxwariya xwe bi wan bide pejirandin kujêr, diz û sextekarên tên zanîn li ser saziyên têkiliya bi mirovan re dane rûnuştin. An jî wan tim kujêr, diz û sextekar bi xelatan berzkirine. Yan jî wan ew kujêr ji bo ku tirsê zindî bihêlin wek şûrê Demokles li ser serê gelan hejandine. Karektera dewleta tirk û îdeologên wan ya bingehîn ev e.
AKP jî ev karekter bê kêmasî wergirtiye. Wê tenê rengê kemalîzma heyî bi faşîzma kesk rengandiye. Ango wek mijara boyaxkirin û firotinê ku li ser qeyseriyan tê gotinê. Lê hemû karekterên dewleta kemalîst ya înkar, kujêr û nijadperest, bi sextekariye, osmanî, sentêza tirk-islam û piştgirên xwe yê rojavayî ve di xwe de gihandiye sentêzeke bêwîjdan. Ji wê jî, ew ne ji netewa tirk û gelên li Anatolyayê, ne ji cihanê û ne jî ji baweriya îslamî (ku qaşo ew bi navê dîn birêketine,) şerm dikin.
Dema ku ez li rewş û kirinên AKPê dinêrim û ji sedî pêncî yê dengan girtina wê tê bîra min, bê daxwaza min jî be, gotina gorbihuşt Aziz Nesîn mêjiyê min zext dike. Wî gotibû „ji sedî 60 î vî gelî nezane!“ Bila hilbijêrên ev partî hilbijartî min bibexşînin, lê bi rastî jî AKP ji avabûna xwe hetanê vê rojê yek kêm yek zêde bi vî awayî bû. Ma mirov evqas jî xewar û kor dibe. Çawa mirov nikane rastiyan bibîne?
Divê mirov vê rastiya AKP baş bibîne û baş binirxîne. Di vê biryara wan de gelek peyamên negatîv hene. Bi baweriya min ew dixwazin bi sextekariyên wiha pêşî li hin pêşveçûnan di berjewendiya gelan de ye bigire û li gor armanca xwe ya zexel û xiniz bigihije derekî. Divê mirov li gor vê rastiya wan tevbigere û lîstikên wan vala derxe.