Beriya ku ev bazar bê avakirin firoşkaran li ser besteyan tiştên xwe li pêşiya mizgefta Qasimo difrotin. Lê ji ber avakirina avahiyan li vir zêde bûn û ev dever dihate qirêjikirin di sala 1995’an de, bazar ji  bo cihekî din a li hemberî daristana Şehîd Şepal hate veguhastin. Di wê demê ji ber ku piraniya firoşkaran erebe bikar dianîn navê bazarê bû ‘Bazara Ereboka’.
Her wiha di sala 2003’an de malabata Debax dest bi avakirina Dikanan kirin û hin firoşkaran dikan ji vê malbatê kirîn û firoşkarên ku nikarîn dikanan bikirin, cihên vala li pêşiya dikanan kirê dikirin. Her wiha piştî demekê navê bazarê bû Bazara Hittîn.
Firoşkarekî ji bazara Hittîn ê bi navê Mihemed Zekî Sûsik xwediyê dikana firotina cil û bergan e, derbarê veguhastina bazarê de wiha anî ziman: “Beriya ku bazar veguheze cihê ku niha lê ye, ji ber ku welatiyên bajêr ji besteyan nerazîbûna xwe dianîn ziman û li me gilî dikirin, me gelek astengî didîtin.”
Sûsik diyar kir ku taybetmendiyek vê bazarê di nava bazarên Qamişlo de heye û sedema vê yekê vegerand erzanbûna tiştên ku lê tên firotin.
Mihemed Sûsik da zanîn ku welatiyên bajarê Qamişlo û gundên nêzî bajêr ji bo peydakirina pêdiviyên xwe yên jiyana rojane berê xwe didin bazara Hittîn û her tiştên ku dixwazin lê peyda dibin.
Ji bo bazar were parastin û rê li diziyê were girtin, Sûsik bang li aliyên têkildar kir ku nobedaran ji bo vê bazarê erkdarkirin.


HUDA EL-ELÎ/ANHA/QAMIŞLO