Mala malbata Îrgî ya li gundê Cerdeka ji alî dewletê ve tê şewitandin, li ser van hemû êşan hevjîna wî jî jiyana xwe ji dest dide û ji ber van zextan jiyana wî serobînî hev dibe. Îrgî wiha qala serpêhatiya xwe kir: "Piştî kurê min çû hevjîna min salekê piştî çûyîna wî jiyana xwe ji dest da. Min jî koçî Êlihê kir, dewletê xwest ez bibêjim PKK'ê mala min şewitandiye û pere pêşniyazê min kirin. Min jî got 'dewletê mala min şewitand.' Şehadeta kurê xwe jî min piştî 18 salan bihîst. Li ser ew qas êş û azarê, min jî dest bi dengbêjiyê kir. Min kilama xwe ya yekemîn li ser Newzat çêkir."

Îrgî da zanîn kurê wî piştî tevli PKK'ê dibe, bi salekê şûnde jiyana xwe ji dest dide û wiha axivî: "Min piştî 18 salan şehadeta wî bihîst."


Komkujî û berxwedan

Îrgî destnîşan kir ku wî bi zêmara "Newzatê Min" dest bi dengbêjiyê kiriye û wiha pê de çû: "Di vê kilamê de piştî kurê min tevli PKK'e bû û şehîd ket, ez wê êşê tînim ziman. Piştre min der barê hemû bûyer û komkujiyên pêk hatî de kilam gotin. Dîsa ji bo komkujiya Şengalê û berxwedana Kobanê jî min kilam anîn ziman. Yanî şehadeta kurê min ez ber bi dengbêjiyê be daf dam."


 DÎHA/ÊLIH