
Beytocan, diyar kir ku wî ji ber ku bi zimanê xwe stranan gotiye ji welatê xwe dûr ketiye û got ku dema darek ji koka xwe were jêkirin û li cihekî din were çikandin êdî zor şîn dibe. Beytocan, da zanîn ku ew jî ji ber ku ji welatê xwe ji dûr ketiye nekariye li Ewropaya bijî û wiha got: "Dema ez li Ewropayê bûm wekî ku ez di girtîgehê de bûm. Girtîgehek ser vekirî. Ew hepsa vekirî jî tenê rojek be jî li min xweş nehat. Têra min nedikir ku ez bi awayekî rehet li wê derê bijîm."
Beytocan, li ser hatina xwe jî axivî û got ku ew niha gelek kêfxweş e û hê jî eşqa welatê wî, wî dilerizîne û wiha axivî: "Ev coş nayê terîf kirin. Hindî ez kêfxweşim ku ez nikarim vê coşê terîf bikim. Wekî çûkeke ku difire ez jî di wê rewşê de me."
Beytocan, ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re jî spas kir ku wî ev pêvajoya diyalogê daye dest pê kirin û nêrînên xwe yên derbarê pêvajoyê de jî wiha anîn ziman: "Ez êdî naxwazim tu kes bimire. Ez neyarê mirinê me. Hinek jî bandora pêvajoyê ku ez ev qas rehetî hatim Kurdistanê. Kesên ku ev hişmendiya Kurdewarî heta vê rojê anîn re jî ez spas dikim."
Beytocan, bi pêvajoyê re girêdayî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî xwest û têkildarê mijarê wiha axivî: "Kesê ku mêjiyê wî li derve be hûn laşê wî di girtîgehê de bihêlin dê çi be? Ev şermek mezin e û divê ji vê şermê demildest vegerin. Nexwe, mêjiyê wî li derve ye û azad e. Hûn e laşe wî çawa li cihekî heps bikin?"
Beytocan, got ku ew ê ji vir pê de li Kurdistanê xizmeta gelê xwe bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Ez deyndarê gelê xwe me û ez ê deynê xwe bidim. Piştî ku deynê min biqede dê dilê min rehet bibe. Ez li Kurdistanê dixwazm bigihîjim gelê xwe. Dema gele min peywirek bide min ez ê jî xizmeta gelê xwe de bim."
GOKHAN ALTAY/DÎHA/AMED