Dilsoz, di destpêkê de diyar kir ku nivîskar li gor fikr, raman û birdoziya xwe bûyeran rawe dike û wiha dest bi gotinên xwe kir: “Roman nivîsîn li gor min projeyek e. Di vê çarçoveyê de mirov li gor fikr û ramanê xwe, li gor têgehiştina xwe, li gor îdeolojiya xwe, li gor bîr û baweriya xwe dest bi hunanindana romanê dike. Gelek kes dibêjin, min xewnek dît an jî tiştek hat pêsîra min girt û min dest bi nivîsandinê kir. Ev ji bo romanê ne tiştên reele, ne rast e. Roman rast e, rast bi serê xwe dahênan e. Dahênana fikr û ramanekê ye. Di nava wê de li te peyda dibe. Heke tu li ser vê axê bijî tu bi zimanê vê axê binivîsî bivê nevê êş, kul, pêşketin û qewimîn vê axê de çêdibin bandorê li te dikin evane ji bo te dibin mijar. Ev nêrîna min a giştî ye.”
Nivîskar Dilsoz, da zanîn ku wî ‘Berbiska Zer’ jî vê çarçoveyê de nivîsiye û wiha got: “Berbiska Zer jî di çarçovekî wiha de hatiye nivîsin. Rojekî di tv de min bernameyek temaşe dikir. An Med TV bû an jî MEDYA TV baş nayê bîra min. Li ser gorên komî bernameyek hebû bawer im li gunde devera Pasûra Amedê bû. Jinek hebû. Wê wekî şahid dibin ser gorrê. Mêze dike di nava hestiyan de kurtekî mêrê wê heye. Neynikek, ev qotîkên berê ên reş û şehek sor û zer dibîne. Ji ber van her sê tiştan dizane ku ev hestî yên mêrê wê ne. Vê bûyerê tesîrek gelek kûr li ser min kir. Bi rojan ez dibin tesîra wê de me mam. Ev ê di min de fikrek çêkir. Min got divê nevê lazime ev qêrîne bi awayekî bê nivîsandin.”
‘Divê tu şahidiya dema xwe bikî'
Dilsoz, piştî van gotinan anî ziman ku dibe mirov nikare vê êşê qasî kesê hatiye serî bijî, lê qe nebe divê bê nivîsîndin û ev tişt lê zede kir: “Li gor min divê mirov her tim van ceribandinan bike. Ji bo hafizaya civakî pêk bê divê ev hebe. Kesên ku li ser wêşeyê di sekinin, dibêjin ku ji bo berhemekî baş divê piştî rûdan biçek sar bû berhem bê nivîsin. Encax tesîr wisa derdikeve holê. Lê li gor min divê niha jî ceribandinên wiha bên nivîsîn. Belkî ji ber em her tim di nava van êşan de ne hêj birîn germ e. Dîsa jî lazime ku di dema birîn germ de jî ev bê nivîsîn. Ev berpisyariyekî dîrokiye jî. Divê tu şahidiya dema xwe bikî.”
Şêwazekî nû
Der barê naveroka romana ku bi sembolên rojhilatî bi şêwaza rojavayî hatiye nîvîsandin de jî Dilsoz wiha axivî: “Min li ser vê teknîkê gelek serê xwe êşand. Li gor min divê mirov hevîr bike, biceribîne. Em ji xwe rojhilatî ne. Ji ber wê jî bikaranîna tiştên rojhilatî ji bo me tiştek tebîatiye. Şêwazên rojavayî jî hene. Wê demê mirov dibêje em çima sentezekî çênekin. Min ceribandinek wisa kir. Lê ez nizanim çiqas serkeftî ye. Biryara wê ya xwendevanan e ye.
Dilsoz di berdewamê de balkişand ser êşên ku ev 30 sale li Kurdistanê tê jiyin û wiha domand: “ Êş êşê dikişîne. Yên heman êş kişandine, li ser heman freqansê têne ba hev. Min xwest tiştek wisa çêbikim. Min qehremanên xwe jî wisa hilbijart. Wiha giyan da wan ku dema tu derketî kolanê tu bêji, dibe ev kese be. Kesên ku di çarçoveya romanê de cih girtine. Hemû jî mirovin. Ên dikuşjin an jî tên kuştin. Ên şahidê bûyerê û ên dikevin pey wê. Hemû mirovin. Min xwest ez aliyê mirovahiya wan bibînim.
ADAR SERHAT - ANF/AMED