
Hemû polîtîkayên qirêj yên dewleta Tirk ku di salên 90’î de li dijî gelê Dêrsimê pêk hatine, bi rêya belgefîlma ‘1994’ derdikeve pêşberî temaşevanan. Tûgaya Komandoyan a Boluyê di 23’yê Îlona 1994’an de li herêma Vartînîkê li gundê Mirik a ser bi navenda Dêrsimê operasyonekê bi rê ve dibe û gund tê şewitandin. 40 hezar mirov ji cih û warên xwe dibin. Pêvajoya vê wehşetê ji hêla derhêner Devrîm Tekînoglu ve wek belgefîlm tê vegotin.
Belgefîlma 1994 bi giştî ji axaftinên kesên şahidî li vê hovîtiyê kirî, pêk tê. Belgefîlm dê di demeke nêz de derkeve pêşberî temaşevanan. Derhêner Tekînoglu aşkera kir ku wehşeta 1994’an duyemîn wehşeta 1938’an e. Tekînoglu di salên 90’î de rojnameya Dersim Hayat derxistiye û got ji ber karên weşanê haya wî ji hin tiştan hebûye, lewma xwestiye mijarê bi rêya belgefîlmekê derxe ser perdeya spî. Kesên komkujî bi çavên xwe dîtine, dema wehşeta dewleta Tirk tînin ziman, dilê mirovan dişewitînin.
Her heman dewlet e
Tekînoglu piştrast kir ku kesên di wan salan de ev zilm li wan bûye, hîna jî naxwazin biaxivin. Belgefîlma sala 2012’an dîmenên wê hatine girtin, cih daye manşetên rojnameyên wê demê jî.
Tekînoglu anî ziman ku “Trawmaya 38’an a Dêrsimê çi be, ya salên 1990’î jî ew e” û got, “Nihêrîna dewletê ya li dijî Dêrsimê neguherî. Heke kevneşopiya berxwedana Dêrsimê nebûya, îro ji Dêrsimê ti tişt li holê nemaya.” Li gorî daneyên fermî sala 1994’an li Dêrsimê 183 gund û 823 herêm hatine valakirin. 40 hezar 933 kes ji cih û warên xwe bûn. Gelek kes hatin qetilkirin. Belgefîlma 1994’an vê wehşetê ronî dike.
NAVENDA NÛÇEYAN