Di rojên borî de min serdana Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir. Herî dawî sala 2006’an ez çûbûm Başûrê Kudistanê. Di vê serdana 45 rojan de min rastiya Kurd û Kurdistanê ya aktuel careke din bi hemû zindîbûna wê dît û keşif kir. 

Hema hema li tevahiya Başûrê Kurdistanê ji Behdînan heta bi Soran û heta Mexmûrê geriyam. Min navendên bazirganiyê (mall) ên tije kafe, restoranên Tirkan û dikanên cilan ên markeyên Tirkan difiroşin, dîsa markayên navneteweyî yên parçeyek kinc bi sedan dolarî dîtin. Li kêleka wan navendan li nava toz û gemara Hewlêrê, tax û kolanên xizanan geriyam. 

Çûm serdana Lalişa Nûranî ya pîroz û li ber dergehê Şêxadî rewestiyam; ji bo 72 miletî û bi wan re ji bo gelê Kurd min girêka yê beriya min girê dabû vekir û dua kir. Ji bo yên piştî min were jî min girêkek avêt qumaşê li wir û li pey xwe hişt. 

Ji Dihokê heta Zaxoka Behdînan, ji Herîr, Hewraman heta bi bi Rewendûz a qedîm ya navenda rewşenbîrî ku ji kolanên wê tenê lutkeya çiyayan xuya dike geriyam, li ser axa tazî raketim. Li serê çiyayê Korek min xwe mîna çiyayên Kurdistanê serbilind hîs kir. 

Bi rojan li şervanên azadiyê bûme mêvan. Min ji gûz, hejîr, tirî, xox û cureyên din ên fêkî yên çiyayên Behdînanê xwar, ava kaniyên hênik vexwar. 

Min di tariya şevê de li stranên gerîla guhdarî kir û bîranîn parve kirin. 

Li rasta ciwanên înternasyonalîst hatim ên ku ji çar aliyê cîhanê mîna perperîkên ber bi rojê ve difirin ber bi Şoreşa Rojava ve difiriyan. Bi fêrbûna Kurdî, gava yekê diavêtin nava şoreşê; û di çenteyên giran ên li ser pişta wan de hêviyên mirovahiya pêşverû hebûn… 

Ji bo ji parçeyekî derbasî parçeyekî din bibim, ji ber astengiyên hêzeke din a Kurd ango PDK’ê, ji ber astengî û kemînên li ser rê 10 rojan li ser sînoran mam. 

Heta hestûyên xwe min êş û bandorên parçebûna Kurdistanê hîs kirin. Ne tenê parçebûna axê, min  parçebûna hiş û mejiyên Kurdan jî dît û hêrs bûm. Di tava heyvê de derbaskirina kemînan û xwe gihandina Rojava karekî xeter bû.  Bi rojan li benda qulibîna heyvê û ketina reşahiyê mam. Dema heyv guherî û tarî kete ser rûyê erdê, mîna mehkumekî, mîna firarekî li ser axa welatê xwe li pey gerîlayên rêzan me berê xwe da sînorê Rojava. Lembeyên baregehên dewleta Tirk a mêhtinger li bilindahiyên Başûrê Kurdistanê li dewsa ronahiyê şerm belav dikir. 

Tevî pasaporta Elmanî jî bûyina min a ji Nisêbînê bû sedem rêya 20 deqîqeyan a ji Başûr derbasî Rojava dibe, 6 saetan tevî şervanan ez bimeşim. Me xwe li çiyan, li çolan û herî dawî jî li avan (çemê Dîcle) xist û em derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. 

Li aliyê din ê çemê Dîcle, bi gava yekemîn a axa Rojava re bêhna şoreşeke bûye malê tevahiya mirovahiyê min kişand hinavên xwe. Li şehîdgehan xemgîniyeke bê sînor a bi giraniya barê rawestîna li pêşberî cangoriyên azadiyê jiyam. 

Bîrên neftê yên sembola dewlemendiyê lê ji aliyê rejîma Baasê ve bi salan xizan û birçî hiştina, gelê me piştî derbasbûnê em pêşwazî kirin. Yek bi yek min silav da Qamişloka Evînê, Amûda Bavê Mihemed a birîndara şewata sînemayê, Dirbêsiyê, Hesekê, Serêkaniyê, Girê Spî, Eynîsa, Kobana Berxwedêr… Kobanê ya şopên berxwedana bêhempa hêna li cihê xwe bûn, cihê mirovên dengbilind, bi xwe bawer û mêvanperwer û rûken… Warê şehîdan…

Bû şahidê zuhakirina axa Rojava ku ji ava Firatê ya ji çiyayên Bakurê Kurdistanê dizê û diherike, mahkûm hatiye hiştin. Dîsa bûm şahidê bi ava Kurdan dewlemendkirina herêmên Ereb ên mîna Reqa û Tebqayê û zeviyên her cure nebat ên bê dawî yên şîn. 

Li Reqayê li mewziyên herî pêş bûm mêvanê şervanên azadiyê yên destanan dinivîsin. Li kêleka fermandaran ku bûne hostayê şer, xortên çeleng û jinên bedew  rawestiyam ên ku şer û mirin veguherandina lîstikeke tije ken û şahî. Li sofreya wan rûniştim, bîranîn, hêvî, bendewarî û ramanên xwe bi min re parve kirin. Bi serdan û gera 45 rojan min careke din ji her alî ve rastiya Kurd û Kurdistanê dît, û careke din mîna cara yekê her tiştî bibînim heyecan bûm, tê digihiştim… Her kêlî, her roj, her mirovê li rastê hatim, her parçeyê erdnîgariyê, her avahiya lê şer bûyî dikare bibe mijara nivîsan, pirtûkan. 

Ji vê quncikê tevî ji nû ve keşifkirina Kurdistanê û rastiya wê ez ê hewl bidim bi mijarên çandî, hûnerî, civakî û her wiha qewmînên siyasî hefteyê rojekê bibim mêvanê we…