'Ji bo parvekirina êşan emê biçin Helepçeyê'
Ji malbatên Roboskîyî Zekî Tosun ê ku di komkujiyê de kurê xwe M.Alî Tosun winda kir têkildarî mijdarê de axivî û wiha got: "Di komkujiyê de hemû gelê kurd xwedî li me derket. Çawa gelê kurd êşên me parve kirin em jî dixwazin êş û keyfxweşiyên gelê xwe parve bikin. Komkujiya Helepçeyê komkujiyekî gelek mezin bû. Ji ber wê yekê em dê biçin Helepçeyê êşa gelê xwe parve bikin. Em dê wan bibînin û gorên wan ziyaret bikin." Tosun, diyar kir ku ji bo kurd di nava yekîtiyê de bijîn û wê peya bidin dê biçin Helepçeyê û wiha axivî: "Di navbera me de sînor hebin jî em ji heman nîjadêne û em hemû kurd in. Divê êdî kurd di nava yekîtiyê de bijîn. Gelekê Halepçeyê em tenê nehiştin. Em jî dixwazin li cem wan bin. Dema komkujiya Helepçeyê pêk hat gelê Helepçeyê koçber bû hatin gundê me û demek dirêj li gundê me man. Me wê demê alîkarî da gelê Helepçeyê. Dema li hemberî me jî komkujî pêk hat ew li cem me bûn. Niha em dixwazin di salvegera komkujiya li hemberî wan hatin, li cem wan bin."
'Tevkuj xwedî heman têgihiştinê ne'
Sadik Alma yê ku kurê xwe Nadîr Alma di komkujiya Roboskiyê de winda kir jî diyar kir ku ew weke malbatên Roboskiyê ji bo êşên gelê Helepçeyê parve bikin û di salvegera komkujiyê li cem wan bibin dê biçin Helepçeyê û wiha got: "Gelê kurd hate astekî wisa êdî êş û keyfxweşiyên wan yek in. Em êdî peyama bi hev re tevbigerin didin. Em dixwazin li cem wan bin û êşên wan parve bikin. Divê dema komkujiya Helepçeyê pêk hat hemû gelê kurd ber bi Helepçeyê ve meşiya ba. Ji ber ku di dema komkujiya Roboskiyê de çawa gelê Roboskiyê hate cem me û êşa me parve kir divê em jî be bi Helepçeyê ve çûban. Ji ber ku wê demê em we tenê hiştin deynê me yê lêborînê heye. Sedema me ya çûnê, pergala wê demê çekên kîmyevî li hemberî gelê Helepçeyê bikaranîn li gundê me jî bombebaran pêk anin û dixwastin em gundên xwe terk bikin. Yanî wê demê em li cem gelê xwe nebûn û sedema vê yekê jî polîtîkayên înkar û tunekirinê bûn. Em sînorên di navbera xwe de nasnaken. Em dê wan sînoran tune bihesîbînîn û li cem gelê xwe bin."
DÎHA/ŞIRNEX