Yek ji van gundê ku hat valakirin û şewitandin jî gundê Tiyarê yê Çelê ya bi ser bajarê Colemêrgû bû. Berî ku gund bê valakirin welatiyê bi navê Bapir Çitak û Anter Ozdemîr ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin. Leşkeran piştî 2 welatî kuştin cenazeyê wan li pey panzêrê girêdan û kaş kirin. Dîsa zarokek pêçekê bi guleya roketê jiyana xwe ji dest da. Welatiyên piştre gundê xwe vala kirin, hinek jê koçî Colemêrgê û hinekan jî koçî bajarên Tirkiyê kirin.
Ew roj nayê jibîrkirin
Welatiyê bû şahid û mexdûrê bûyerê yê 60 salî Ferik Çetinkaya diyar kir ku 20 sal di ser komkujiyê re derbas bû, lê hêj birîna wî necebiriye û wê rojê ji bîr nake. Çetinkaya, anî ziman ku leşkeran bi şevê gund dorpêç kirin û heta saet 12’ê şevê li malan legerîn kirin û wiha got: "Di lêgerîna malan de malên Abdullah Sisi, Îsmail Arafat, İsmail Cevher, Haci Îsmail serobin kirin û piştre xera kirin. Xaniyê wan bi kepçeyan xerakirin. Bapir Çitak û Anter Ozdemir ji nava gund derxistin û paşî jî kuştin. Bi sedan welatiyên gund ketin nava şerpezeyê û berê xwe dan Wan, Colemêrg û metrepolên Tirk. Hinek ji me koçî Gever û hinek jî koçî Çelê kirin."
Dixwazim vegerim gundê xwe
Çetinkaya, anî ziman ku piştî gundê wan hat şewitandin û koç kirin 20 salan karê înşaetê kiriye û wiha berdewam kir: "Kurekî min tevlî PKK'ê bû. Di şer de şehît ket. Kurekî min li Erziromê girtî ye. Ez niha 60 salî me. Ez dixwazim emrê xwe yê mayî li gundê xwe vegerim û li gundê xwe jiyana xwe berdewam bikim. Me 38 hezar lira girt, lê me tev li deynê cîran û dikanan da. Em dixwazin li gundê xwe vegerin."
DÎHA/COLEMÊRG