11 zarokên min sêwî hiştin
Ji windayan hevjîna Ebdulqadir Demîr Sultan Demîr (60) da diyarkirin ku, rojekê piştî hevjînê wê û tiyê wê li gel du gundiyên hatin binçavkirin leşker û cerdevanan di ser gundê wan de girt. Di nav de jin û zarok jî heyî îşkence li gundiyan kirin. Sultan Demîr da zanîn ku, ji wê dîrokê û pêve êdî ji hevjînê xwe, tî û du gundiyên li gel hatibûn binçavkirin agahî negirtine û wiha got: “Eger hevjînê min hatibe kuştin jî, hema çi nebe ez hestiyên wî dixwazim. Hevjînê min ji aliyê fermandarê Cendirmeyan yê Mîdyatê yê wê demê Hîlmî Kahraman ve hate binçavkirin. Ez dixwazim ên bûne sedem ku 11 zarokên min bê bav bimînin bila bêne darezandin û ceza kirin.”
Êşkence li gundiyan kirin
Sultan Demîr bilêv kir ku, 14’ê Nîsana sala 1995’an muxtar jî li gel leşkeran hatin mala wan û gotin îfadeya hevjînê te heye û ew birin. Demîr got; “Li gel hevjînê min birayê wî Şakir Demîr û gundiyên binavê M. Emîn Atuk û Hiznî Bîlmen jî birin. Roja piştî wê sibehê leşker û cerdevan hatin gund. Di nav de jin û zarok jî heyî îşkence li gundiyan kir. min xwest pêşiya cerdevanê ku xwest li zarokê min ê 12 salî Mehmet bide bibim asteng, lê heman cerdevan li min jî da. Di dema lêgerînê de cerdevanan hemû tiştên me birin. Dest danîn ser pere û zêrên me.”
´Berpirs serbaz Hîlmî Kahraman e´
Sultan anî ziamn ku, eger hevjînê wê hatibe kuştin jî, çi nebe hestiyê wî dixwazin û got: “Yê hevjînê min û gundiyên din binçavkirî fermandarê cendirmeyan yê wê demê Hîlmî Kahramane. Hîlmî Kahraman bi taybet windakirin û binçavkirinên di sala 94-96’an de li Mîdyatê çêbûyîn berpirsyare. Ez dixxwazim bê darezandin û cezakirin.” Doh 05.12.2013 Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mîdyatê têkildari gulebarankirina leşkeran ya gundê Kerşafê keşfê kirin.. Di dema keşfê de Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Mêrdînê Prz. Erdal Kuzu û rêveberên Şaxê jî amade bûn..
SEDAT SUR/MÊRDÎN