Sekereterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki Moon da xuyakirin ku di demeke nêz de nûnerê Neteweyên Yekbûyî El Exder El Ibrahîmî dê di demeke nêz de biçe Sûriyeyê da ku ji serokdewletê Sûriye Beşar Essed bixwaze ku agirbestê îlan bike. El Ibrahîmî dê hewl bide ku hikûmeta Sûriyeyê qayil bike ku agirbesteke yekalî îlan bike. Herwiha Ban Kî Moon teqîn û karên tundiyê şermezar kir û metirsiyên xwe anîn ziman ku ev bûyerên tundiyê rê li ber karên terorîstî vekin û zemînekê ji karê terorê re li vî welatî amade bike.
Ban Ki Moon bang li rêveberiya Sûriyê kir ku yekalî agirbestê ragihîne.
Sekreterê NY’î Ban Ki Moon banga agirbestê li Sûriyê kir. Ban daxwaz kir ku rejîma Baasê yekalî agirbestê ragihîne û hêzên muxalefetê jî li gor vê agirbestê tevbigerin.
Ban Ki Moon ji bo serdanekî fermî li Parisê ye û ligel serokomarê Fransa François Hollande re civiya.
Sekereterê NY’î piştî civînê di daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar de axivî û wiha got: “Rewşa li Sûriyê xalekî wisaye ku êdî nayê tehemulkirin. Ewqas gel êşê dikêşe rewşekî wisane ku nayê pejirandin. Ji bo vê yekê divê lez û bez rêveberiya Sûriyê yekalî agirbestê ragihîne û ez dixwazim hêzên muxalefetê jî vê yekê bipejirînin.”
Sekreterê NY’î Ban Ki Moon bang li welatên çek û teqemeniya ji Sûriyê re dişînin jî kir û got: “Ger şandina çekan bidome, wê ev hê zêdetir zererê bigihîne gelê Sûriyê.”
Teqînên dijwar
Di vê navberê de li gorî hin çavkaniyên muxalefeta Sûriyeyê roja sêşemê bi şev jî 2 teqînên mezin li taza qabûn ya Şamê pêk hatin . li gorî heman çavkaniyan li deverên cuda ên Sûriyeyê di vê rojê de jî 146 kes hatine kuştin. Her wiha li Herestaya Şamê j îli dijî dezgeha istixbarata ezmanî 2 teqîn pêk hatin û rêxistina Cebhet el Nusra ya Islamî berpirsiyariya xwe ya wan teqînan da xuyakirin. Rêxistinê da xuyakirin ku ew êrîşeke xwekujî bû li dijî dezgeha istixbaratê û dan xuyakirin ku ev dezgeh ji destpêka şoreşa gelê Sûriyeyê roleke sereke di temsandina serhildana gel û kuştina çalakvanan de dilîze.
Ji aliyekî din ve şerên dijwar li Helebê di navbera artêşa azad û ya rejîmê de pêk tên. Li gorî ajansa dewleta Sûriye Sanayê yekîneyên artêşa Sûriye li Helebê derbayên mezin li çekdarên muxalefetê dane û 6 wesayitên ku bi çekên giran hatibûn barkirin rûxandine her wiha dest danîne ser hejmareke mezin a çekan û gelek çekdarên muxalefetê jî kuştine.
ŞAM