
Di dema Osmaniyan de di navbera 1914-1920’an de li Midyad, Colemêrg, Wan, Sêrt û herêma Ûrmiyeyê li dijî Suryaniyan komkujî pêk hat û nêzî 300 hezar kes hatin qetilkirin. Yek ji malbatên ku di qirkirinê re hatin derbaskirin jî malbata Rifka yanî Cemîle Çetînkayayê ye. Dayika Rifka her dem bi tenê vê stranê dibêje: “Min di berxikbûna xwe de şîr nemêt, di mezinbûna xwe de mirad nedît.” Çîroka Rifkayê li ber şikeftekê dest pê dike û li Dêrikê bi dawî dibe. Malbata Rifkayê li Midyadê li ber çavên wê tê qetilkirin û Rifkayê dibin gundê Mirce yê Omeriyê. Rifka li vir tê zewicandin û 8 zarokên wê çêdibin. Tiştên li vî gundî hatine serê Rifkayê, qet ji bîra wê naçin.
Yên Rifkayê nas dikin çîroka wê baş dizanin. Ji ber ku di her derfetê de tiştên hatibûn serê wê vedigotin. Rifkayê komkujî jî wisa vegot: “Roja komkujiyê hemû kes li şikefteke Midyadê berhev kirin. Ez û malbata xwe jî li wir bûn. Ez di hembêza dayika xwe de bûm. Li dora min qîrîn hebû. Şikeft tijî mirov bû. Min her kes nas dikir. Kesên bişûr di şikeftê de bûn. Kesekî serî wî girtî ji hembêza dayika min ez derxistim. Kesekî ez kirim hembêza xwe. Min qet dengê xwe dernexist. Min dayika xwe cara dawîn di şikeftê de dît. Dayika min li min mêze kir û giriya. Min careke din dayika xwe nedît.” Rifkayê piştî ku ji şikeftê derdixin didin jinekê. Heman rojê li navenda bajêr dema dimeşe cenazeyê jinekê dibîne û wê nas dike û di vê derbarê de jî wiha diaxive: “Min ew jin nas kir. Min xwest ez wê hembêz bikim. Ji ber ku ew dayika min bû. Ew jî qetil kiribûn û avêtibûn wir.”
Pir êş kişandin
Rifkayê di sirgûnê de didin gelek malbatan. Herî dawî bi berdêla 5 mihan didin malbatekê. Rifka vê pêvajoyê jî wiha tîne ziman: “Ez li gund mam û min gelek êş kişandin. Heqaret li min dikirin. Bavê malê eziyeta li min dikirin, pê dizanîbû. Ez birim gundê Mirceyê. Got ku ‘Tu yê li vir ji xwe re malbatekê bibînî û kêfxweş bibî.’ Zarokan li wir kevir diavêtin min. Digotin ev ‘keça Xiristiyanan e’. Ez gelek tirsiyam. Keçeke biçûk hat li min mêze kir. Gazî amojina xwe kir. Navê wê Halîme bû. Ez hembêz kirim û birim. Halîme ji wê rojê şûnde bû dayika min.”
Tu wekî dayika min dimeşî
Di nava demê de karkerekî înşaetê tê gund. Di sohbetê de dibêje ku ‘du xwişkên me di fermanê de winda bûne. Li vir jî keçên ji fermanê xilas bûne hene.’ Malbata li wir jî dibêje ‘li vir yek heye, dişibe te’. Rifka bi çend jinan re tê. Karker li Rifkayê dinêre û dibêje ku ‘Tu gelekî dişibî dayika min, tu xwişka min î.’ Li wir xwişk û bira hev nas dikin û digirîn. Li vir her tim hev dibînin. Bavê Rifkayê dema dibihîze dê komkujî pêk bê, zarokên xwe yên kur dişîne cihekî din. Rifka û du birayên xwe xilas dibin. Di dema fermanê de xwişka wê jî malbateke din digire.
‘Cemoya Kafir’ dayika gund bû
Rifka bi kesê bi navê Îzzet re ku wekî wê hatiye mezinkirin, dizewice. Li gund wek ‘Cemoya Kafir’ tê nasîn. Zarokên wê jî ji bo dayika xwe wiha dibêjin: “Dayika min ewil bû Kurd. Piştre dewletê got ku tu yê bibî Tirk. Bavê min firarê leşkeriyê bû. Dewletê dihat eziyet li dayika min dikir. Ez gotinên dayika xwe yên wekî ‘Min di berxikbûna xwe de şîr nemêt, di ciwantiya xwe de mirad nedît’ qet ji bîr nakim. Dayika min pir êş kişand. Gelek bi wijdan bû. Dema ji cîranan dengê zarokekî bihata di kêliyê de diçû wir, şîr didayê. Şîr dida hemû zarokên gund.”
ÎZMİR