Li gel Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Berdevkê Kongreya Îslama Demokratîk û Şaredarê berê yê Colemêrgê Fadil Bedirhanoglû, Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, parlamenterê berê yê Colemêrgê Hamît Geylanî, parlamenterên Colemêrgê Esat Canan, Adil Zozanî, Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglû, Nûrûllah Çîftçî, Hevşaredara Geverê Rûken Yetîşkîn, Hevşaredarê Çelê Servet Tûnç, Hevşaredarê Bajarokê Fatîh Keskîn, Hevserokê DBP'ê yê Bajêr M. Mîraz Çalli, Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Rahmî Temel, alim, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, karsaz, Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, TUAD-DER, ÎHD û Mazlûm-Derê zêdeyî hezar welatî amade bûn.

Di xwarina li hev hatinê ya bi beşdariya rûspiyên her du eşîran de Soman Zeydan, Orhan Pîrozbeyoglû, Mehmet Adiyaman, Îsmet Olmez, Azîz Denîz û malbata Mûstafa Er a di bûyeran de jiyana xwe ji dest da, amade bûn. Li bexçeyê xwarina fitarê lê hat dayîn wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Bernameya xwarina aştiyê bi silavdayînê destpê kir û rûspiyên her du eşîran bi heyeta KCD û DBP'ê re li dora heman maseyê rûniştin. Piştî ku endamên eşîran silav dan hev, Seyda Şîmal Edîş sûreyên ji Kûran-i Kerîm xwend.  Her kesên di dema xwarinê de mafê axaftinê girtin, peyamên aştî û biratiyê dan. Piştî axaftinan bi hatina dema fitarê re meleyan dûa xwendin. Fitar jî bi hev re hat vekirin û dûre endamên her du eşîran bi hev re wêne kişandin û bi hev re nimêj kirin. 

DIHA/COLEMÊRG