Rûspiyên eşirên Ereban ên bajarê Serêkaniyê civînek ji bo nîqaşkirina gefên Tirkiyeyê û şîrovekirina bûyerên dawîn di warê siyasî de ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, li dar xist.
Li ser daxwaza rûspiyên Ereb li bajarê Serêkaniyê doh civînek ji bo şîrovekirina rewşa siyasî û gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hate lidarxistin.
Civîn li Hola Mîtanî a bajarê Serêkaniyê bi beşdarbûna bi dehan rûspiyên Ereb û nûnerên hin partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.
Hevserokê buroya PYD`ê ya kantona Hesekê, Ciwan Îso li vir axivî, rewşa siyasî û aloziya Sûriyê şîrove kir: “Em bûyerên ku li herêmê rû didin, dişopînin. Em her tim dibînin ku çareseriyên ji bo Sûriyê ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî ve tên pêşniyazkirin, ne rast in û xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê nakin. Ji bo wê alozî hîna dewam dike. Her kes dizane ku ev şerê li herêmê kevn e û ev alozî bingeha şerê li ser desthilatdariyê ye.”
Hevgirtî li dijî Tirkiyeyê
Îso da xuyakirin ku di nava şer û tevliheviyan de, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Demokratîk li ser bingeha projeya neteweya demokratîk ku îradeya gelan bi hemû pêkhateyên xwe bingeha çareseriyê ye û bidawîkirina şerê li herêmê ye. Li gorî wî ev sedem e ku proje ji gelek aliyan ve tê astengkirin û gef lê tên xwarin. Îsa got, gefxwarinên Tirkiyeyê yên vê dawiyê jî ji bo pûçkirina vê projeyê ne. Di dawiya axaftina xwe de Hevserokê buroya PYD`ê ya kantona Hesekê, Ciwan Îso banga hevgirtî liberxwedana li dijî Tirkiyeyê kir: “Em rê li ber pêkanîna gefên Tirkiyê bigirin û em bigihîjin Sûriyeke demokratîk, nenavendî.”
Gava ku nûçeya me dihat amadekirin civînê hîna dewam dikir.
SERÊKANIYÊ