Hin eşîrên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk ji bo parastina Rojava daxwaz li rayedarên Îranî kirin.
Eşîrên Celalwend, Bîranwend, Osmanwend ên li herêmên Loristan, Îlam û Kirmaşanê û eşîra Lek a li Kirmaşan, Îlam û Loristanê nameyek ji Serokkomariya Îranê re nivîsîn û xwestin li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Kurdistanê şer bikin.
Heta niha ji bo vê daxwaza eşîran bersiveke erênî ya jî neyînî nîne, lê belê nerazîbûna gelê Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê her mezin dibe.
Rektorê Zanîngeha Îlamê Mûhammed Alî Ekberî Yekşemê di şeveke ji bo berxwedêrên Kerbelayê Hesen û Husên de axivî û êrişên dewleta Tirk li ser Rojava û Kerbelayê muqayese kir û got, ev êrişeke faşîst a dewleta Tirk e.
Koma muzîkê ya jinan a ji Kirmaşanê Gralîs jî nerazîbûn nîşanî dagirkeriyê da. Koma muzîkê pêşniyara TRT’ê ya ji bo konserê red kir û li dijî dagirkeriyê helwest nîşanda.
ANF/KIRMAŞAN