Rabîa Biyikli ya li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê nameyek şand ji “Ekîba Hatiye Dîtin (Gorulmuştur)”. Rabîa di nameya xwe de anî ziman ku destê wê kelepçe kirine û bi wî rengî wê zarok aniye dinê. Rabîa got, ew di 10’ê Îlona 2018’an de gava ku ew 5 meh bûn bibar bû, hatiye girtin, 10 rojan destgîrkirî maye û êşkence lê hatiye kirin. Rabîa diyar kir ku ew di 20’ê Îlonê de hatiye tewqîfkirin û ew şandine Hepsa Jinan a Xarpêtê.
Rabîa nivîsî ku, niha pitika wê, Mavî, 45 rojî ye û ew û pitika xwe bi gelek miameleyên xirab û binpêkirina mafan re rû bir û mane. Rabîa da zanîn ku ew dixwaze her kes bi serpêhatiya wê û pitika wê zanibe û di vê mijarê de hesasiyet bê nîşandan.
IZMÎR