Li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa M a Skenderûnê, gardiyanan avabi şid li girtiyên bi Kurdî axivîn kir û li wan da. Girtiyan bi rêya malbatên xwe peyam şand û bang li raya giştî kir. Malbatên girtiyan li ser êşkenceya ku li zarokên wan hat kirin ev agahî dan: “Jixwe, gardiyan her gavê heqaretê li wan dikin. Herî dawî ji ber ku bi Kurdî axivîne li wan dane. Niha jî ava bi şid li wan kirine û bi vî rengî li wan dane. Li hemû girtiyên li qawîşê dane. Girtiyên ku li ber vê yekê rabûne jî xistine hucreyên ji hev cuda.” Girtiyên ku li ser lêdana li wan hate kirin rapor stendin, bi raporê serî li dozgeriya girtîgehê dan, lê belê dozgerê Tirk ji wan re got, “Li ser êşkenceya ku li we hatiye kirin, ti delîl nîne. Ez ji ku zanibim ku hûn derewan nakin? Ji ber vê yekê ez ê nikaribim tiştekî bikim.” Girtiyan diyar kir ku dozger rapora li ser lêdanê lêkolîn nekiriye. Girtiyan ji ber vê yekê banga hestiyariyê li raya giştî kir. Malbatên du girtiyan li ser bûyerê serî li Şaxê Mêrdînê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da û daxwaza alîkariya hiqûqî kir. HATAYKOK